Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz

Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz
Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz
Zana Farqînî

Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin. 

***

Kurmancî hem ji aliyê rastnivîsê ve hem jî ji aliyê termînolojiya hin war û qadan ve tam cihgir nebûye. Arîşeyên di van waran de hîn didomin. Lê ya baş ew e ku ziman di van mijaran de her diçe dikemile, kil û kêmasiyên xwe kêmtir dike û zimanekî nivîskî yê standard jî pêk tê û cihê xwe digire. Kar dimîne li ser milê bikarhêner û weşangeran da ew ji berê bêhtir hişyar bin û rîayet li van rêzik, biryar û pêşniyazan bikin û wan bi cih bînin.

Di serî de daxuyînim, mebesta min a ji vê nivîsarê ne ew e da ez bi awayekî giştî ji kêşeyên vekîtê ango rastnivîsê û terman behs bikim. Bi dayîna nimûneyan ez dixwazim balê bikişînim ser çend terman ku di pratîkê de li ser wan lihevkirineke tam çênebûye û di weşanên kurdî de ew ne mîna hev tên bikaranîn. Ev yek bi xwe jî nîşanî me dide bê çawan lihevnekirin heye. Yek ji wan termên ez hez dikim balê bikişînim ser awayê bikaranîna “hilbijartinên herêmî” û “hilbijartinên xwecihî” ye. Ev her du jî li şûna “local election”a îngilîzî û “yerel/mahallî seçim”a tirkî tên bikaranîn. 

Bi vê cure hilbijartina hanê li bajar, bajarok û qesebeyan şaredar (seroka/ê belediyeyê), meclisa şaredariyê (belediyeyê) û endamên meclisa giştî ya bajêr tên diyarkirin. Her wiha di vê de keyayên gund û taxan û ezayên wan jî tên hilbijartin. Hilbijartinên herêmî û yên giştî ji vê cuda ne. Yek an li herêmekê yan jî li herêmên ji hev cihê û ya din jî li tevahiya wî welatî ji bo organên hikûmet û yên birêvebirina dewletê tên kirin. Eger em li gorî rewşa Tirkiyeyê bibêjin, a niha hilbijartina giştî ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran tê kirin.

Nexwe mebest ji hilbijartina lokal/mehelî, ne hilbijartina herêmê yan jî “xwecihî” ye. Jixwe peyva “xwecihî” ji bo vê, termeke kêşedar e. Çima, em niha behsa wê bikin. Ev bêjeya bi awayê “xwecih” û “xwecihî” berginda peyvên “native” û “autochton”a îngilîzî û “yerli”ya tirkî ne. Di kurmancî de sînonîmên wê peyvên wekî binkî, binekî, binecih û binelî hene. Mirov dibêje gelê binkî, ew binkiyê vê derê ne, ew gelên xwecih in û hwd. Loma jî nabe ev peyv li şûna lokal/mehelî bê bikaranîn. Ji lew re hilbijartinên giştî û hilbijartinên herêmî, cureyên hilbijartinan e û ew ji yên cihkî, bi gotina din, ji yên lokal/mehelî bi temamî cuda ne. Li şûna vê peyva xwecih/xwecihî, di kurmancî de cihî û cihkî hene û ew bergindên bêjeyên lokal û mehelî ne. Bi kurtasî pêşniyaza min li şûna wan her du bikaranînan ev e: hilbijartinên cihkî/cihî.

Termeke din a pêtêkildar jî “îdareya mehelî” ye, eger xwecih/xwecihî bê tercîhkirin, nexwe divê ew jî bibe “birêvebirina/kargêriya xwecihî.” Li şûna vê jî pêşniyaza min awayê “birêvebirina cihkî” ye. Terma din jî ya me dîsan eleqedar dike, “xwebirêvebirin” e û nabe jê re jî “birêvebirina/rêveberiya xwecihî” bê gotin. Çawan li jorê jî me aşkera kir, xwecih/xwecihî, ne hemwateya lokal ango mehelî ye. 

Puxteya van derbirînan:

cihkî, cihî: lokal, mehelî.

herêmî: êrdimî, navçeyî, zonal.

xwecih: binkî, binecih, otokton.

xwebirêvebirin: xweîdarekirin, xudgêran, birêvebirina xwe bi xwe.

Di kurmancî de gotineke din a bi awayên ji hev cihê tê bikaranîn heye, ew jî terma “xweparastin”, “xweparêzî” û “parastina cewherî” ye. Ev jî kêşeyeke me ya din e û divê jê re jî çareseriyeke rast bê dîtin. Di zimanê me de awayên “xweparêzî”, “xweparastin” û “xwebergirî” hene û bi mehneya parastina xwe bi xwe ye. Li şûna wan, tercîhkirina “xweparêzî ” yan jî “xweparastin” çêtir e ji “xwebergirî”yê. Ji ber ku wateya peyva “bergirî”yê ya rast tedbîr e, rêlibergirtin e, lê wek mecazî li şûna parêzî/parastinê jî likar e. Di meseleya terman de helwesta rast û licih, hilbijartina wateya pêşîn û rast a peyvê ye. Loma wekî berginda “self-defence”a îngilîzî, “autodéfense”a fransizî û “öz savunma”ya tirkî, şêweya “xweparêzî”yê çêtir dibînim.

Em bên ser bikaranîna gotina “parastina cewherî”yê; ev awayê ji bo xweparêziyê, bi ya min bi temamî şaş e. Esilê “cewher”ê ji “gewher”a îranî ye û ji ber nebûna dengê “g”yê di erebî de mîna cewher derbasî wî zimanî bûye. Ji bilî mehneya wê ya micewher, mehneyeke wê xwerûya/puxteya tiştekî ye û ya din jî wek termeke felsefî, ew tişt e ku di binyada bûneweran de hîç naguhere, wekî xwe dimîne. Bi zimanê îngilîzî cewher “essence” û bi tirkî jî “töz” e. Lê mebest ji xweparêziyê, termeke leşkerî ye, ew yekîneyên hêzê ya ji bo parastina xwe ye. Îcar cewherî rengdêra cewherê ye. Loma jî ew awayê bikaranînê ya “parastina cewherî” qet nabe û eger bêyî dudilî were gotin, şaş e. Çawan ji mînakên zimanên din jî diyar dibe (self û auto), divê ew bi “xwe”yê çêbe. Mîna “xweser” û “xweserî”yê, ku bergindên wê yên îngilîzî û fransizî autonomous/autonomy û autonome/autonomie ne. Her wiha bi tirkî ew özerk/özerklik in. Dîsan li şûna wan peyvên me yên mîna xudmuxtar û xudmuxtarî hene û di van terman de jî “xud”, heman “xwe” ye.

Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin. 

A rast rê û rêbaz diyar in û tecrubeya dinyayê jî li ber çavan e, dimîne em jî bi hendaze tev bigerin, berî termekê yan jî têgihekê çêkin, hewce ye em serî li çavkaniyên xwe yên zimanî, wekî ferhengan bidin. Eger di wan de nebin îcar pêwîst dike mirov alîkariyê ji saziyên xwe yên zimên û kesên eleqedar û pêewle bixwaze. Awayên din dibe sedema çêbûna sergêjî, geremol û arîşeyên hîn zêdetir. A baş ew e em çavan kil bikin ne ku kor bikin. Tevgerîna bi awayê berpirsane divê ji bo me giştan rêbaza sereke be û em hewl bidin terman rast û di cih de bi kar bînin.