Li ser e-Devletê ji bo xwendina xutbeyan 8 ziman hene lê kurdî nîne

Li ser e-devletê ji bo xwendina xutbeyên înîyan û eydan 8 ziman cih digirin lêbelê kurdî nîne.

Zimanên wekî fransî, rusî, tirkî, erebî, almanî, îspanî, ingilîzî û îtalyanî cih digirin.

Digel ku nifuseka mezin ya Tirkîyeyê ji kurdan pêk tê jî zimanê kurdî li ser malpera wan nehatîye zêdekirin.

Li gorî nûçeya amed radyo tvyê Serokê Karên Dîyanetê Ali Erbaş daye zanîn ku li ser e-Devletê bi 8 zimanan xutbeyên înîyan û eydan cih digirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir