Li ser biryara namzet-dîyarkirina HDPyê kê çi got?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duhî (08.01.2023) eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de ew ê namzetê/a xwe diyar bike. Heta niho ji Maseyê Şeşane, îtifaqa Komarî û îtifaqa Miletî ti daxuyanî li ser vê yekê nehatine. Herweha ti koman jî berbijarên xwe diyar nekirine. Piştî hevseroka HDPyê Pervîn Buldanê biryar eşkere kirî […]

Li ser biryara namzet-dîyarkirina HDPyê kê çi got?
Li ser biryara namzet-dîyarkirina HDPyê kê çi got?
Botan Times
  • 8 Ocak 2023 14:05

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duhî (08.01.2023) eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de ew ê namzetê/a xwe diyar bike.

Heta niho ji Maseyê Şeşane, îtifaqa Komarî û îtifaqa Miletî ti daxuyanî li ser vê yekê nehatine.

Herweha ti koman jî berbijarên xwe diyar nekirine.

Piştî hevseroka HDPyê Pervîn Buldanê biryar eşkere kirî hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û Serokê Giştî yê Partiya Kedê(EMEP), hevparê Îtîlafa Ked û Azadiyê, Ercûment Akdenîz şîrove kirin.

Selahattîn Demirtaş:

Jixwe HDP partiyeke siyasî ye, ne komeleyeke ku piştgirîyê bide namzetekî ku hesabê wê nake. HDPyê ji bo namzetê hevpar çi ji destê wê hat kir û weke ku birêz Pervîn Buldanê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû derî bi temamî nehatiye girtin. Berpirsiyarî û îradeya din a pêngavê di bloka din a opozîsyonê de ye.

(ArtiGerçek)

EMEP: Divê mutabaqata civakî pêk were.

Serokê Giştî yê EMEPê, hevparê Îtîlafa Ked û Azadiyê, Ercûment Akdenîz jî got,

“Em ji namzetekî hevpar re vekirî ne. Divê mutabaqata civakî pêk were. Divê sîstema yekmêrane nehêlin. Eger ev pêk neyê, tifaq dikare li gorî xwe li namzetê xwe bigere.”

(Independent Türkçe)

..