Li Ser Besteya ‘Yokuş Yola’yê û Dengê Kasım Taşdoğan

Nıvîskar:
12 months berê

Di besteya de atmosfereke kamil heye ev yek hem ji gotinan hem jî ji besteyê hem jî ji sewtê Taşdoğan pêk tê. Tişta vê stranê serkeftî dike bi min yek jî ew hesta rêwîtiyê ye ku wek xumam li nav stranê belav bûye.

***

Yokuş Yola (Li Hevraza Rê) helbesteke popûler ya Turgut Uyar e. Turgut Uyar, yek ji wan şairên herî baş ên tirkan e. Kasım Taşdoğan jî stranbêjekî dengxweş ê kurdan e. Taşdoğan ev helbesta Yokuş Yolayê bi navê beste kiriye û ev çend sal in stran li ser hemî platformên muzîkê berdest e.

Li gorî gotinan, Turgut Uyar cara yekem di helbesta tirkî de peyva Kurdistanê bi kar aniye (?). Uyar, kurê zabitekî bûye û leşkeriya xwe li Kurdistanê kiriye. Deynê dewleta Tirk bi leşkeriyê; yê kurdan jî -em bejin hebûna leşkerên tirkan zordestî li xaka kurdan- bi vê helbestê daye. Lewre helbest hem ji hela estetîk hem jî ji hela sekna xwe ye etîk ve li gor dem û dewrana xwe helbesteke baş û wêrek e.

Kasım Taşdoğan, di axaftineke xwe de çi bi henek çi jî bi rastî, lê teqez zanebûn, mealen digot “min telîfa helbestê neda ji ber ku ev helbest ya me (kurdan) ye. Cihê ku Taşdoğan, gotina xwe diqedîne em ji wir bidomînin: Esil yê ku telîfa helbestê dane ew mêrxasên berê ne, ewên (li gor helbestê, eşkiyalar kanar) ku navên wan ketibû deftera sor a dewletê. Dewlata tirk, ji wan re digo ‘eşqiya’ an ‘şakî’.  Loma bi salan li gelî û çiyayên Kurdistanê bi qaçaxî geriyan ev mêrxas; heya çendek ji wan hatin girtin di nav cebilxaneyeke leşkerî de berê wan dane girtîgeh û zindanan. Belê, berê wan li zindanan pişta wan li bîranînan, di dilê wan de hezkiriyeke şiba gulekê, di navbera Mûş û Tetwanê de meşiyan çûn û çûn. Nexwe Taşdoğan rast û xweş dibêje, em ne deyndarên hinan in; ew deyndarên me kurdan in. Ne tenê bi helbestekê, bi can, bi maf, bi pere, bi xak…  

Ji bo rêya ku di helbestê de tê qalkirin -navbera Mûş û Tetwanê- peyveke taybet heye di devoka kurdên herêmê de. Navê wê derê “Rehwa” ye. Ez bixwe ji wê herêmê me. Rehwa di hiş û bîra me de cihê zivistanên dijwar, berfa bêhed, çîrokên fetisîna di nav ba û bageran de ye. Li wir gelek kes ji dest çûn, gelek girtî û mehkûmên dewletê ser vê rêyê, neqilê girtîgehan bûn. Loma îro devê kîjan çîrokê were vekirin an jî bedana gulan stirî were kêşan dê dilê me xwîn bibe. Uyar jî xwînêran şiyar dike, dibêje ger tu ji dewletê bawer bikî dê xwîn biherike, ne tenê ji merivan, ji gulan jî. Kurdan di rastiyê de ji dewletê bawer kirin nekirin ev yek li derekî din; lê ji bedana gulistanê her tim xwîn herîkiye heya îro.  

Van pêlên dawî strana li ber guhê min ket û ev qedereke dirêj e guhdarî dikim. Berî kurdî, dibe gelek kesan ev helbest ji Fikri Kutlay guhdarî kiribin. Ji ber ku ez ji wê terza muzîka wan hez nakim, helbest jî besteya xwe ya tirkî ji bo min xweştir dihat. Bi min besteyê li helbestê tiştek zêde nekiribû. Lê niha besteya Taşdoğan ji helbestê wêdatir diçe, dike ku helbestê baştir û tîrtir bike. Bi arenjeke sade, bi enstrûmanên kêm Taşdoğan helbest di formeka rock-jazzê de îcra kiriye. Bi dengê xwe yê ku pir ji vê cûre muzîkê tê, di toneke pes de nerm nerm distire.

Xweşbînî ya helbestê ew ewrên vekirî ber bi atmosfereke girtî ve biriye. Helbest digel hin rastiyên tund helbesteke xweşbîn e, lê besteya kurdî hin reşbîn û atmosfer jî sayî ye. Bi min ev kirasê nû yê polîtîk û tund helbestê nakuje; tîr dike û bi neqerata xwe dike malê kurdî. Di ser de jî dengê Taşdoğan yê ku rengê êşê û qet nebe yê xemginiyê dihewîne û guhdarîkirina stranê mirovan xemgîn an dilşikestî dike.

Sewt û sounda Taşdoğan heqeten sewteke komplîke û taybet e. Vibrasyoneke xurt, li peravên sounda rockê digere. Lê dîsa bi min ev sewt neviyê gewriya dengê dengbêjan e. Gelek dengê dengbêjên Serhedê digel piraniya wan bas an tenor bin jî zirav, zelal, rîtmîk, zîz wek hespên çargavî diherikin. Loma bêhn û tehma deştan, kaniyên nav deviyan, giyayên berbiharî yên mêrgan, zelaliya ewrên biharê ji sewta wan difûre.

Zelalî, yek ji rengên dengê Taşdoğanî ye. Ev sewta xwedî sifetên jorê li gelek stranên cûr bi cûr wek perdeyeke zirav û letîf dikare were pêçan, û jixwe hatiye pêçan jî. Ev sewta ku em li ser navê sewteke Serhedî tesnîf dikin, bi bilindiya xwe rengê qêrîn û hewarê; bi nizmiya xwe rengê biranîn û xemginîyê ne.

Eger mesele were ser tona bîranînan bi min ji yên berê sewta Şeroyê Biro, ji nûjenan jî sewta Ayfer Düzdaşê lûtkeya vê fenomeniyê ye. Mirov dibêje qey dengê wan ji mirovan re qala tiştan nake, yan bîranîn û serpihatiyên bav û kalan rave nake, rasterast dengên wan bixwe biranîn in. Rengê duyem yê dengê Taşdoğan jî ji vê teşegirtina bîranînan û ji bermayên hêviyên şikestî tê. Loma dengê wî jixweber di tona bîranînêye de ye. Di strana Xem Neke de ev reng û ton baş derdikeve holê. Li gel vê yekê dîsa deng bi lez dikare vegere ser qewlê hez û coşê, bi hezkirin, hevî, bedewiyê were pêçan (bnr. Vîna Sor). Yanî reh û damereke diyonîsosî li ber derî li benda şewqekê ye, ku dikare vî dengî hankava vegerine ser zindewariya jiyanê.   

Di besteya de atmosfereke kamil heye ev yek hem ji gotinan hem jî ji besteyê hem jî ji sewtê Taşdoğan pêk tê. Tişta vê stranê serkeftî dike bi min yek jî ew hesta rêwîtiyê ye ku wek xumam li nav stranê belav bûye. Di destpêkê de bi dev tê fîkandin, wek yekî bendewariya tiştekî be ji xwe re bifîkîne. Dîmeneke rawestî çêdibe di serê mirovan de. Nexwe mekan beriya gotinên stranê xwe dide nîşan. Bi destpêka stranê ku bilez dikeve mesele mirov xwe li ser rêyekê an nav rêwiyekî dibîne. Nexwe em dikarin bêjin guhdar êdî ketiye ser rêyekê û dimeşe. Gava ew neqerata giring olan dide, navê Mûş û Tetwanê -hûn bêjin Kurdistan- derbas dibe, rê ji xumamiyê dûr dikeve teşe digire cih û war tam eyan dibe.

Di vir de bîra dîrokê û barê giran olan dide û bêhna hêrseke şikestî tê. Hêrs wek tayekî zirav pêşeroj û paşarojê -Mûş û Tetwanê- bi hev re girê dide. Çûn heye, bîranîn heye, navê vegerînê tune. Lê hîsa wê heye, wek hêviyeke çilmîsî be jî. Yanî mirov dikare bibêje di vê stranê de vegêr ne ku pişta xwe daye diçe. Ew dê vegere lewre wî hê di navbera Mûş û Tetwanê de hesabê xwe safî nekiriye.

Du tiştên din: Yek, Taşdoğan ji bo klîba strana xwe, fragmana fîlma 14 Tîrmehê bi kar aniye. Belkî tekane tişta li stranê nayê tercîha fragmana vê fîlmê ye. Ji ber mijar belawela nebe, ji ber ji fîlmê re nivîsareke xweser divê, kurt û kurmancî bibêjim; filmeke xirab e û ji hemî pîvanên sînema û estetîkê dûr e. Ev fragmana fîlmê li vê strana letîf nayê.  

Ya duyem, wekî ku ji nivîsarê jî diyar e me ji besteyan bêtir behsa dengê Taşdoğan kir, di kariyera wî de dengê wî hê jî li pêşiya berhemên wî ye. Dengekî wiha taybet, xwedî reng û dewlemend encax bi berhem û besteyan dikare were sertackirin, loma wek guhdar em li benda besteyên layiqê dengê wî ne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdal Kaya li Berlînê bû

Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna

Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo