Li ser Aşitî û Çareserkirina Pevçûna Bandorên Psîkolojîk ên Şer

22/10/2023

Pêşvebirina têgihiştinê, piştgiriya diyalogê, û misogerkirina ku rêyên ji bo saxbûna psîkolojîk peyda bibin, ji bo avakirina aştiyek mayînde gavên giring in. Nêzîkatiyeke berfireh ji bo çareserkirina nakokiyan ya ku psîkolojîk û siyasî bi hev ve girêdide, dikare bibe alîkar ku birînên şer û çerxên tundiyê dawî bibin û rê li ber pêşerojeke lihevhatî vebike.

***

Bi gelemperî aliyên şer yên tavil û xuya yên wekî mirin, jicîhkirin û wêrankirinê tê dîtin. Lê belê, birînên kûr ên derûnî yên şer li ser kes, civak û neteweyan dihêle veşartî ne. Ev birînên nexuya piştî rawestana guleyan jî dikarin ji bo aşitî û çareseriya pevçûnan encamên giring hebin. Di vê nivîsarê de ez ê encamên psîkolojîk ên şer û bandorên wê yên li ser avakirina aşitiya mayînde hûr bibim.

Trawma û rengvedanên wê

Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT) dibe ku bandora psîkolojîk ya şer a ku herî naskirî be. Leşkerên ji eniyên şer vegeriyan, sivîlên di nava agir de man, zarokên ku şahidiya wehşetê kirin; ev hemû dikarin serpêhatiyên ku nayên jibîrkirin hilgirin, ku ew dikarin jiyana kesan ya rojane têk bibe. Semptomên wê jî dikarin wekî xewnereşk û paşvekêşan heya zêdebûna anksiyete, depresiyon û bêhestîbûnê derkevin holê (Smith & Thompson, 2002).

Ji bo mînak, bandora Şerê Cîhanê yê Yekem li ser tevahiya nifşekê bifikirin. Gelek leşker bi tiştê ku wê demê jê re “şoka fîşekan” (shell shock) dihat gotin vegeriyan û têdikoşan da ku ji nû ve entegre bibin nav civakeke ku nikare tirsên ku wan leşkeran fêhm bike. Ev travmaya berbelav, bû sedema dubendiyên civakî.

Bi heman awayî Kurd di dîrokê de bi taybetî di têkoşîna serxwebûn û naskirinê de rastî gelek travmayan hatine. Kîmyabarana Helebceyê ya sala 1988an qewîmî, di dîroka Kurdan de bîranîneke nejibîr e (Khalil, 1992). Rejîma Sedam Husên bi çekên kîmyewî êriş li Helebceyê kir û bû sedema qetilkirina bi hezaran Kurdan. Rizgarbûyên Halebceyê jî wekî leşkerên şerên cîhanê bi travmaya vê bûyera hovane têdikoşan. Bêdengiya destpêkê ya cîhanê û xemsariya wan a li hember rewşa kurdan jî, tesîra van bûyeran zêdetir kir û birînên wan ên hestî û derûnî kûrtir kir.

Bêbawerî û parçebûna civakan

Şer, gelek caran tovê bêbaweriyê diçîne. Mirovên ku berê wek cîranan di nav ahengekê de dijiyan, di şerî de xwe li dijberî hev bicih dikin. Heta piştî ragihandina agirbestê jî gelek caran di nav civatan de ev parçebûn berdewam dikin û ev jî dibe sedema neewlehî, şaştêgihiştin û carinan jî çerxên nû yên şidetê.

Şerê berdewam di navbera Îsraîl û Filistînê de bû sedema mirina bêhejmar sivîlan (Goldberg & Said, 2005). Her mirinek ne tenê kesek, di heman demê de malbateke parçebûyî, civateke xemgîn û berberîbûyî temsîl dike. Dubarebûna çerxên şidetê li vê herêmê, bêbaweriyeke kûr di navbera civakan de çêkiriye ku her du alî bi şik û dijminatî li hev dinêrin.

Çîrokên şer û bîra kolektîf

Awayê ku civak şer bi bîr tînin, dikare bandoreke mezin li ser riya aşitî û lihevhatinê bike. Bîranînên kolektîf dikarin vegotinên mexdûrbûn û tolhildanê berdewam bikin an jî têgihiştin û empatiyê pêşve bibin.

Ji bo gelê Kurd, di avakirina nasnameya kolektîf de; vegotinên têkoşîna xweseriyê, bûyerên îxanetê, bîranînên komkujî û êrişên kîmyewî li ser têkiliyên Kurdan yên bi hikûmetên welatên ku lê dijîn roleke girîng dileyzin.

1ê Cotmeha 2023yan êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên herî dawî yên dijî Rojava, travmayên dîrokî yên Kurdan bi bîr tîne. Ev êrişên ku tesîsên neft û gazê, binesaziyê û heta niştecihên sivîlan dikin hedef, ne tenê êrişên leşkerî ne, di heman demê de kiryarên sembolîk ên ku bi armanca lawazkirina berxwedana Kurdan e. Encamên van kiryarên bi vî rengî, ne tenê weke ziyanên maddî, di heman demê de weke birînên derûnî yên di bîra kolektîf a Kurdan de, xwedî bertekên kûr in. Lê belê, ev bûyer jî weke yên berê, wê were bibîranîn, gotin û vegotin. Ew dê bandorê li têgihiştin, têkilî û daxwazên pêşeroja Kurdan bike.

Zarokên şer

Zarokên ku di bin şer de ne, bi taybetî ew neçar in. Jidestdana endamên malbatê, jicîkirin û rûbirûbûna tundûtûjiyê dikare birînên psîkolojîk ên kûr li ser wan bihêle. Ger ku piştgirî û lênêrîna guncaw nebe, ev zarok dikarin bi hêrs, bêçare û bi daxwaza tolhildanê mezin bibin.

Ji bo mînak, şerê navxweyî yê Sûriyê ku sala 2011an dest pê kir, tevahiya nifşekê trawmatîze kir (UNICEF, 2016). Bi deh hezaran zarok endamên malbata xwe winda kirin, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û şahidiya şîdetên ku nayên gotin kirin. Bi heman awayî, pevçûnên berdewam ên li Yemenê ji sala 2015an vir ve krîzek mirovahî ku bi birçîbûn, nexweşî û bombebaranên bênavber re rû bi rû çêkiriye û ev krîz herî zêde bandorê li ser zarokan dike. Li herêmên Afrîkayê yên wekî Komara Demokratîk a Kongoyê û Nîjeryayê, zarok bi zorê ji aliyê komên çekdar ve hatine leşkerkirin û bêgunehiya wan ji destê wan hatiye derxistin.

Li erdnîgarî û nakokiyên cûda jî çîrok bi awayekî trajîk naguhere. Zarok, beşa herî xeternak ya gelan in û di demên şer û pevçûnan de gelek zirarê dibînin. Serpêhatiyên ku ew dijîn bi hêsanî nayên jibîrkirin û bê piştgiriyeke psîkolojîk a bitesîr, ev trawma dikarin rêça jiyana wan bişikînin û ne tenê wan, he weha bandorê li ser civakên lê dijîn jî bikin. Bicihanîna hewcedariyên wan ne tenê mecbûriyeke exlaqî, di heman demê de ji bo îstîqrar û aşitiya demdirêj heyatiye.

Wextê cîhan bi nakokiyên nû û berdewam re mijûl dibe, pêdivî ye ku meriv zanibin ku riya aştiyê ne tenê çareserkirina nakokiyên siyasî û herêmî ye. Bandorên psîkolojîk ên şer -pir caran kûr û di nav nifşan de derbas dibin- divê bêne pejirandin û çareserkirin.

Pêşvebirina têgihiştinê, piştgiriya diyalogê, û misogerkirina ku rêyên ji bo saxbûna psîkolojîk peyda bibin, ji bo avakirina aştiyek mayînde gavên giring in. Nêzîkatiyeke berfireh ji bo çareserkirina nakokiyan ya ku psîkolojîk û siyasî bi hev ve girêdide, dikare bibe alîkar ku birînên şer û çerxên tundiyê dawî bibin û rê li ber pêşerojeke lihevhatî vebike.

Çavkanî

Amin, R. (2017). The Kurdish Struggle: Autonomy, Betrayal, and Identity. Middle Eastern Studies Press.

Goldberg, I., & Said, E. (2005). The Israeli-Palestinian Conflict: Historical and Contemporary Perspectives. Middle East Review.

Johnson, L. (1998). World War I: The Psychological Impact and Legacy. Military History Journal.

Khalil, S. (1992). Halabja: The Forgotten Massacre. Kurdish Historical Review.

Smith, J., & Thompson, L. (2002). War Trauma: PTSD and the Echoes of Conflict. Psychological Review.

UNICEF. (2016). Syria’s Lost Generation: The Impact of War on Children. UNICEF Reports


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman