Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Şengalê êrişa hewayî: Birîndar hene

08/07/2024

Li Şengalê êrişeka hewayî pêk hat du rojnameger û welatîyek bîrîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Şengalê di encama êrişeke hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM’ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10’emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke hewayî.

Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan û ajokarê wesayitê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.

Her du birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan