Li Semsûrê zevîyên beyar şewitîn û agir li derdorê belav bû

17/07/2024

Li gundê Farxikanê yê Semsûrê agir bi hinek zevîyan ket û di wextekî kurt da li gelek deveran belav bû.

Li gorî agahîyên berdest agir li 10 gundan belav bûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê agahîyên berdest dîyar dikin ku duhî êvarê li gundê Farxikana Semsûrê, ji ber sedemekî nediyar agir bi zeviyên beyar ketîye. Ji bilî gundê Farxikan, agir bi gundên Kistan, Ber Kire, Male Bawa, Zag û Kirxilli bi giştî derdora 10 gundan ketîye.

Heta niha alîkarîyek berbiçav ji alîyê dewletê ve nehatîye kirin ji bo vemirandina şewatê li wan gundan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Sêdareya Asîmîlasyonê

Weşana paşê

KURTEPIRS: Fırat Aydınkaya