Lêkoler Mehmet İlhanlı li ser mijara ” Li Semsûrê Piştî Erdhejê Lazimîyên Ciwanan” lêkolîneka qadî kirîye, dane berhev kirine û raporek hazir kirîye.
6ê Sibata 2023yan li çendîn bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê erdhej çêbû ku erdhejê ji Mereşê dest pê kiribû û xwe gihandibû gelek bajaran.
İlhanlı di xebata xwe da berê xwe daye ciwanan û lazimîyên wan yên piştî erdhejê.
Ev xebat bi hevkarîya ‘Komeleya Çareserîyên Nû Ji bo Pêşveçûna Berdewamî’ û ‘Komeleya Meclîsa Veguherîna Pêşveçûnê’ ve hatîye amadekirin.
Armanca sereke ya raporê ew e ku wan xwestîye platformekê ava bikin ku ciwan tecrûbe û serpêhatîyên xwe yên erdhejê û piştî erdhejê bînin ziman û xwe îfade bikin.
Herwiha ev rapor bi wê mebestê hatîye amadekirin, bêyî navgînîya kesekî an sazîyekê, ciwan ihtîyac û talebên xwe ragihînin bo sazî û dezgehên pêwendîdar.
Wî li ser van mijaran lêkolîna xwe ya qadî kirîye: Ciwanî çi ye? Afet çi ye? Birêvebirana Afetan bi Beşdarîya Ciwanan.
Ew di bin serenavê “Lazimîyên Ciwanan” da li ser van xalan sekinîye: Çarçoveya Giştî, Lazimîyên Civakî, Lazimîyên Ekonomîk, Lazimîyên Perwerdeyê, Lazimîyên Psîkolojîk û Lazimîyên Sîyasî û Hiqûqî.
Li gorî raporê %59,5ê beşdaran ji karê xwe bûne.
Yek ji beşdarên lêkolînê wiha dibêje derbarê ekonomî û debara xwe da: Ez difikirim, gelo ez bi xerca/pereyê xwe, bo xwe kitêban bikirim an xwarinekê bixwim. Her du jî lazimîyên min ên esasî ne lêbelê pereyê min têra nake ku her duyan bi hev ra bikim. Ez nizanim ka ez çi bikim.
Temamîya xebatê li jêrî ye.