Wezîrê Karên Hundir a Tirkîyeyê Suleyman Soyluyî li Rihayê axivî.
Wî got ku li Rihayê di lehîyê de 12 kes, li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
20.10
Li Taxa Tandogan a Rihayê di jêrzemîna Apartmana Yavuzlarê de termê 5 kesan hatin dîtin.
Cenazeyên 5 kesên ku hat ragihandin welatiyên Sûriyeyê ne ji aliyê ekîbên hawar çûnê hate dîtin.
Li bajêr 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê dayîk û zarokek di bin avê de man û ji alîyê welatîyan ve hatin rizgarkirin.
li Semsûrê 1 , li Rihayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Semsûrê 4, li Rihayê jî 6 kesan wenda bûne.
13.50
Li Rihayê ji ber lehîyê gel Serokê Şaredarê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul re bertek nîşan dan.
Beyagul bi parêzvanên xwe re ji qadê derket.
Di vê navberê de parêzvanan çek kişandin ser gel.
13.25
Li Rihayê rêya Bozova û Hîlvanê ji ber lehiyê hilweşîya, rê li trafîkê hat girtin.
12.40
Li parêzgehên Riha û Semsûrê piştî barîna barana zêde lehî rabû.
Walîyê Semsûrê Numan Hatîpoglu ragihand ku li navçeya Tutê konteynirek ketiye ber lehîyê. Kesekî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî wenda bûne.
Parezgeriyê Rihayê Salih Ayhanî diyar dike ku li Rihayê 4 kes mirine, 6 kes jî wenda bûne.
11: 52
Li Rihayê ji ber barana ku ji duh êvar de dibare, hemû kolanên bajêr, nexweşxane, xanî û avahîyên welatîyan di bin avê de hîştiye.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê jî brûskê li kesekî da û bi giranî birîndar bûye.
Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehîyê ya Selehatîn Eyyûbîyeyê jî di bin avê de ma. Nexweş lê hatine tehlîye kirin.
Li seranserê parêzgehê ji ber barana zêde xwendina li hemû dibistanan rojekê hate betalkirin.
Parêzgarîya Rihayê jî bi daxuyanîyek ragihand ku dê barîna baranê heta roja Çarşemê 15ê Adarê (îro) li parêzgehê berdewam bike.
Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48 Role Mihemed: Rojava – Em aniha dibînin bi hezaran rojnamevanên me yên ciwan hene22/04/202417:39 Murî Darîda: Ez dixwazim rojnamegerên kurd karê xwe bi awayekî azad û emîn bikin22/04/202416:04 Sertaç Kayar: Divê gelê kurd li sazî û dezgehên xwe yên kurdî xwedî derkeve22/04/202415:57