Li Şemrexê dê Festîvala Çand û Hunerî ya Jinan bê lidarxistin

08/10/2024

Şaredarîya Şemrexê (Mêrdîn), Festîvala Çand û Hunerî ya Jinan li dar dixe.

Festîval dê du rojan (11-12yê Cotmehê) berdewam bike û çendîn bernameyên cuda cih digirin.

11yê Cotmehê, saet 11:00an festîval bi pêşangeha wêneyan dest pê dike bi şîara Em in Nexş, Reng, Bîr, Jin û Jîn.

Heman rojê saet 14:00yan Dîwana Dengbêjan heye û dê hunermendên wekî Dengbêj Kurdê, Eylul Nazlîer û Dengbêj Miqedes bistirên. Saet 19:00an jî konsera Işik Berfîn û Mizgîn Turanê heye.

12yê Cotmehê, saet 13:00an panelek heye derbarê Qirkirina Çandî da ku dê Devrîm Demîr û Fîgen Ektî gotarên xwe pêşkêş bikin bi moderatorîya Lîsa Çalanê.

Heman rojê saet 14:00yan şanoyeka zarokan heye bi navê Sê Ezezok, saet 19:00 danasîna Cil û Bergên Gelêrî û konsera Sorjîyan û Ayfer Duzdaşê heye.

Festîval li qada Cumhurîyetê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Helbestkar Selîm Temo dê li Vîyenayê gotûbêjekê bike

Weşana paşê

Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya Cotmehê dîyar kir

Te hay ji vê heye?