‘Li Qamişlo Li Ber Derî’ di weşanê da ye!

‘Li Qamişlo Li Ber Derî’ di weşanê da ye!
‘Li Qamişlo Li Ber Derî’ di weşanê da ye!
Botan Times
  • 8 Haziran 2023 06:47

Hunergeha Welat straneka nû ya bi navê ‘Li Qamişlo Li Ber Derî’ duhî li YouTubeyê weşandiye.

Gotinên stranê ji alîyê Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin. Derhênerîyê klîbê jî Şêro Hindê kiriye.

Mûzîka stranê jî ji alîyê Mehmûd Berazî ve hatiye çekirin.

Hunergeha Welat Rojavaya Kurdistanê karên çand û hunerî dike.

Gotin:

Wey bihûrî bihûrî bihûrî

Porê wan qîza sorî

Xecê ya herî jorî

ew ji taxa xanîka oy oy oy oy

Taxê nadi bi emrîka

Emrîka zipî zuwa

kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy

Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy

Wey buhûrî bihûrî bihûrî

Qamqutê li min kir zorî

Li ba dikir gulya morî

Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy

Malê nade bi parîsê

Parîsa vikî vala

Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy

Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy

Wey bihûrî bihûrî bihûrî

Di kar û sê hevorî

Şivana wan pir nazî

Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy

Ew hilko nade bi mosko

Moskoya şilfî tazî

Kes tuneye li sûka oy oy oy oy oy

Qir û cirra van bûka oy oy oy oy

Wey hûrî bihûrî bihûrî

Xaçê gerdenê bimorî

Marî keçka aşûrî

Ew kulîlka bişêriyê oy oy oy oy oy

Bişêriyê nade bi roma

Romaya polî poşman

Lê tune malek kildan oy oy oy oy

Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy

Mehmûd Berazî kî ye?

Di sala 1983an d li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê, eslê xwe ji Kobanêyê ye. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994an da dest pê kiriye. Dibistana mûzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtiye. Aranjorîyê muzîkê dike. Di Orkestra Heskifê ya di bin banê Şaredariya Êlihê da hatibû
avakirin da aranjoriyê kiriye.