Li Polonyayê xwepêşandanên li dijî sînordarkirina medyayê berdewam in

Li Polonyayê xwepêşandanên li dijî sînordarkirina medyayê berdewam in
Li Polonyayê xwepêşandanên li dijî sînordarkirina medyayê berdewam in
Vahdet Uçar
  • 20 Aralık 2021 14:26

Li Polonyayê xwepêşandanên li dijî qanûna sînordarkirina medyaya biyanî bi dirûşman berdewam in: ”Çapemenîya azad stûnê demokrasîyê ye.”

Piştî pêşnûmeqanûna ku dibêje şîrketên welatên ne yên Yekîtiya Ewropayê (YE) nikarin xwedî li qenalên televîzyon û radyoyên Polonyayê derkevin hat qebûlkirin, Polonî daketine qadan û vê qanûnê protesto dikin. Xwepêşandanan bi pankartên ku li ser wan ”Çapemenîya azad” dinivîse bang li Serokwezîr Andrzej Duda kirin da ku qanûnê veto bike.

Pêşnûmeqanûna ku roja înê (17ê Kanûnê) hatî qebûlkirin xebatên medyaya biyanî yên li welêt sînordar dike. Heger ku Serokwezîr Dude pêşnûmeyê îmze bike êdî dê şîrketên welatên biyanî nikaribin xwedî li ji sedî 49ê kanalên televîsyon û radyoyê yên li Polonyayê derkevin.

Dema ev qanûn bê qebûlkirin û bikeve hukmê wî wextî dê bandorê li xebatên qenala nûçeyan TVN24 bike û dê neçar bimîne ku hin hîsseyên xwe bifiroşe. TVN24a ku wekî mezintirîn qenala televîsyonê tê zanîn qenala Discovery Inc.ê ye ku ya Emrîkayê ye.

Şaredarê Varşovayê û namzetê serokwezîrîyê yê berê yê muxalefetê Rafal Trzaskowski di mîtîngê de re axivîye û gotiye, “Ev ne tenê qenalek e. Dê sansura înternetê jî vê sansûrê bişopîne. Ew hewl didin ku hemî çavkaniyên me yên serbixwe yên agahdariyê ji holê rakin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”

Çavkanî: Guardian/Medyascope*