Li Mêrdînê Yekem Mihrîcana Pirtûkan tê lidarxistin

16/05/2024

Bi boneya 15yê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Mêrdînê mihrîcana pirtûkan tê lidarxistin.

Mihrîcan xwerû bi kurdî ye, tenê weşanxaneyên kurdî beşdar dibin.

Mihrîcan bi hevkarîya çendîn sazî û dezgehên kurdî û Baroya Mêrdînê tê lidarxistin.

Çendîn weşanxaneyên kurdî beşdarî mihrîcana pirtûkan a Mêrdînê dibin û gelek nîvîskar dê li mihrîcanê hazir bin û pirtûkên xwe bo xwîneran îmze bikin.

Mihrîcana pirtûkan dê sê rojan 17-19 berdewam bike.

Weşanxaneyên ku beşdarî mihrîcanê dibin ev in:

Aram, Aryen, Ava, Avesta, Azad, Belkî, Dara, Do, Doz, IBV, J&J, Weşanên Ma Muzîkê, Morî, Nûbihar, Nûhev, Pall, Peywend, Roşna, Weşanên Sîdar, Sîtav, Vate û Zîz

Nivîskarên ku beşdarî mîhîrîcanê dibin ev in:

Ahmet Çelik, Dr. Ahmet Kirkan, Ali Yigit, Abdurrahim Kiliç, Aydin Alp, Azad Dal, Burhan Tek, Cafer Açar, Ciwan Serhedyan, Çetoyê Zêdo, Deniz Gunduz, Dicle Anter, Evdal Baqî, Fahriye Adsay, Fatêxan Taşli Tunç, Feratê Dengizî, Firat Can, Hayrullah Acar, İbrahim Bingol, İbrahim Tarduş, Kenanê Nado, Leyla Alucî, Leylana Sidîq, Mahmut Barik, Malmîsanij, Maziçîne, Maral Xezal, Mehmet Dîcle, Mem Bawer, Mele Mihimed, Şirin Gonç, Mervan Serhildan, Mustafa Ozer, Nazim Kok, Necat Keskin, Nezirê Cibo, Nezir Ocek, Perwîz Cîhanî, Pinar Yildiz, Raif Yaman, Receb Dildar, Ridwan Polat, Roj Agir, Ronî War, Roza Metîna, Ruken Çaliştiran, Saîd Veroj, Serdar Komurcu, Serkeft Botan, Servet Ozkan, Sultan Yaray, Shahab Vali, Şukran Çaçan, Semire Demirel Kut, Sîdar Jîr, Şêxo Filîk, Tekin Çiftçi, Veysel Başçi, Veysi Ulgen, Zinarê Xamo, Zulkuf Ergun.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha