Li Mêrdînê hemî cure çalakî û xwepêşandan qedexe ne

Li Mêrdînê û hemî navçeyên wê, hemî cure çalakî û xwepêşandan qedexe ne.

Berîya niha jî çendîn caran li Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên cuda, li bajarên cuda hemî çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Sebebê qedexeyan ev e: “yekparçeyîya dewletê û neteweyî ye”.

Li gorî nûçeya Rûdawê, sebebê qedexeyan ev e:

Di daxuyanêyê da tê îdîakirin ku bi armanca “prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyîya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadîyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramîyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadîyên xelkê, rêgirîkirina bûyerên civakî û terorê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakîyan hatîye dayîn.”

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times