Li Medya Kitabeviyê dê lansmana berhema ‘Bêxweda’ pêk bê

Yekem berhema nivîskar û helbestvan Çayan Okuduci ya bi kurdî Bêxweda ji weşanxaneya Lîsê çap û belav bû.

Kitêbxaneya Medyayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daye zanîn ku dê vê mehê lansmana Bêxweda bê li dar xistin.

Lansman dê 20ê Berfanbarê, roja şemiyê di navbera saet 15:00-17:00an de bi rê ve biçe.

Ev berhema ku dawîya meha Berfanbara 2023an ji Lîsê çap bûye bi edîtorîya Rêdûr Dîjle hatîye pêşberî xwîneran.

Berhema Bêxweda ji 22 helbestan pêk tê. Çayan Okuduci piştî du berheman cara ewil e berê xwe dide zimanê kurdî û berhema xwe dinivîse.

Nivîskar Okuduci bi salane li ser malperên wekî Bianet, Nûpel û Gazete Duvarê derbarê mijarên siyasî, edebî û civakî da nivîsên bi Kurdî û Tirkî dinivîse.

Helbestek ji Berhemê

xwezî tenê bi Kurmancî min te hembêz bikira
li hewşeke bêdeng û dilzîz
dara tuyê piştrast dike xem û şahîyê
li bin gulîyên wê
bo şahîdîya sewdaya min a nîvco
emrê ku di navbera ta û derzîyê de diherike
dîsa bitewim û bidim deste te

(Ji rûpela 44an, helbesta bi navê Xwezî)

Şîrove bike