Zimannas Samî Tanî di nivîsareka xwe de rêjeyên bikarînana kurdîyê weşandiye. Beşeka nivîsara Tanî ya li Gazete Duvarê ev e:
Ev xebatên rapirsînê yên ku em ê qala wan bikin ji hêla Rawest Lêkolîn û Navenda Lêkolînên Qadê yên Civakî û Siyasî hatine kirin. Dema ku mirov bi awayekî giştî bala xwe dide daneyên van rapirsînan, rêjeyeke zêde hê jî li malê bi kurdî (kurmancî/ kirmanckî) xeber dide (sedî 68.4 her tim), lê belê li derve ew rêje (sedî 44.6) kêm dibe. Helbet rêjeyeke berbiçav jî êdî bi temamî dev ji kurdî berdaye, bi tirkî dijî.
Li gorî rapirsîna Rawestê (Projeya Nexşeya Zimanî/ 1Nîsan 2022) li Amedê mirov bi dê û bavê xwe re bi rêjeya sedî 32 tim kurdî, lê bi zarokan re bi rêjeya sedî 25.2 tim bi tirkî xeber didin. Heman rewş li Rihayê xerabtir e, li Rihayê ji sedî 4.6ê malbatan bi zarokên xwe re bi tenê bi kurdî xeber didin. Li Mêrdînê rewş hinekî din baştir e, ji sedî 15ê malbatan bi zarokên xwe re bi kurdî xeber didin. Helbet kesên ku bi kurdî re eleqedar in û çavdêriya rewşa kurdî ya civakî dikin, li hemberî van encaman şaşwaz nabin. Lê tiştê balkêş, tevî ku kurdî ne zimanê perwerdeyê jî, li gorî rapirsînan rêjeyeke zêde bi xwendin (sedî 30) û nivîsandina (sedî 25) kurdî dizane, divê ew zanîn bi pirsên ezmûnî werin peyitandin, ji ber ku li gorî vê rêjeyê divê bi hezaran (deh hezaran) pirtûkên kurdî werin xwendin, lê her wekî Ehmedê Xanî gotî, hê jî bazar kesad e, ji qumaşî re nîn e xerîdar.
Samî Tan, zimannas
Temama nivîsê: Gazete Duvar