Li Licê 4 şivanên kurd rastî tundîya leşkeran hatine

12/07/2023

Hat diyarkirin ku li gundê Metûrê yê Licêya Amedê 4 şivan rastî tundîya leşkeran hatine.

Li ser torên medyaya civakî vîdyoyek hate belavkirin ku tê da çawişekî pispor îşkenceyê li 4 şivanan dike. Hat zanîn ku ev bûyer berî heyvekê, 3yê Hezîrana îsal li Licê encam daye.

Di vîdyoyê da tê dîtin ku destên 3 kesan ji paşve hatine kelepçekirin û ew bi awayekî deverû li erdê hatine dirêjkirin. Kesek ji wan jî rûniştîye û bi leşkeran re diaxive. Ji dîmenên vîdyoyê tê xuyakirin ku leşkerên derketî operasyonê li dora şivanan kom bûne. Yek ji şivanên ku li erdê dirêkirî, dibêje: “Ez ji bo rizqê xwe şev li vir radizêm”.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê yek ji wan şivanên ku rastî tundîyê hatiye Hanifî Yalavuz e.

Yavuz derbarê bûyerê da dibêje, “Şeva bûyer pêk hat em 4 kes bûn. Em li cem heywanên xwe bûn. Piştî demekê pevçûn derket. Piştî pevçûnê leşkeran em girtin û gotin, “Kesên ku gulle li me reşandin hûn bûn!”

Piştra em li erdê dirêj kirin û tundî û heqaret li me kirin. Serê me dan ber pehînan. Piştî demekê em birin qereqolê û em serbest berdan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Doza 15 rojnamegerên girtî dest pê kir

Weşana paşê

Piştî 13 mehan rojnamegerên kurd êdî azad in!