Li Khalkedonê Dîwana ‘Welatê Dengbêjên Kor’

Li Khalkedonê Dîwana ‘Welatê Dengbêjên Kor’
Li Khalkedonê Dîwana ‘Welatê Dengbêjên Kor’
Hamid Omeri
  • 28 Şubat 2024 14:27

Kahînê Byzasê rewşa îro ya Kadiköyê bidîta belkî ji ber gotina xwe çemika stûyê xwe bixwranda lêbelê jiyana dengbêjên ‘me’ bidîta wê quretiya xwe bikira. Çimkî çi bi ava reş çi bi kul û keserê talihê dengbêjên welatê me her kor bû.

Vêga ez li Khalkedonê rûniştî me û li welatê Byzasê dinêrim. Khalkedon ku dera dinyayê ye? Dilê min tune ez serê we biêşînim û ji we re behsa Megarî û Finîkiyan bikim. Lê bi çi egerê, min bi serenavê nivîsê behs bire ser korbûnê ez ê hema piçîçkî serê wê vekim. Li gor gotinê, Byzas dixwaze milkekî ava bike, loma ji kahînên li Delhiyê dipirse ka ez li ku derê konê xwe vegirim. Kahînê wî dibêje hema li hemberê “Welatê Koran” ava bike. Kahîn çima dibêje Welatê Koran gelo? Dîtin wiha ye: Ligel ewqas cihekî xweş yanî Stenbola îro; cihê Qesra Topkapi, Sultanahmet û Ayasofyayê kesê çûbe li ser erdê Kadiköya îro ava kiribe bi îhtîmaleke mezin kor e! Kahînên berê tenê Khalkedonî bi korbûnê pênase nekirine. Navekî wiha li pêşiyên me jî hatiye kirinê. Şairê Swêdî yê navdar Gunnar Ekelöf di Mîrê Emgîonê de efsaneya eşqa mîrekî kurdan dinivîse. Lehengê efsaneyê, Mîrê Kurd rastî êşkenceyeke xedar ya celadên Bîzansî tê. Bi derziyên sorkirî çavên wî dirijînin û wî dişînin Welatê Dengbêjên Kor. Ji bo Bizansiyan ji bilî Byzantûmê her der welatê koran e gelo? Ekelöf wiha pê de diçe:

“min rê da berber ji bo jê bike

ji bilî çavan her çi mabe

û ji bo dax bike birînê

bi şîşa sorkirî

ev der welatê dengbêjên kor e

ew pir in li vir

bi destê min digire û rê nîşanî min dide jina min

min şivikek çirpand ji xwe re

ma kî dizane ez şehzade me”

Gava korbûn wekî têgehekê, bi pêla behrê re ji hêla Stenbolê ve hat ez li Welatê Koran bûm û di çenteyê min de “Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” ya Kenan Söylemez hebû. Bi xwendinê re Bedîhê Çavşûşeyê hostayê Şakiro derket pêşiya min. Û helbet hostayê wî şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê. Kahînê Byzasê rewşa îro ya Kadiköyê bidîta belkî ji ber gotina xwe çemika stûyê xwe bixwranda lêbelê jiyana dengbêjên ‘me’ bidîta wê quretiya xwe bikira. Çimkî çi bi ava reş çi bi kul û keserê talihê dengbêjên welatê me her kor bû:

“Axao hey li min li min li min

Wê maqûlo hey li min…”

Qedera dengbêjên Cemalvêrdiyê

Heçîgava behs tê ser dengbêjiyê heqîqet xwe ji kesî venaşêre. Navê sereke xwe tîne bîra her kesî. Kesên bi mijarê re eleqedar wî navî baş dizanin û ew nav jî navê Evdal e: Evdalê Zeynikê. 

Çîroka wî û ya Homeros ne dûrî hev e. Ji ber ku bavê wî zû dimire, Evdal bi navê diya xwe tê gazîkirin û naskirin. Evdalê Zeynikê ji Cemalvêrdiyê ye û mixabin ava reş bi ser çavê wî de jî hatiye. Homerosê bi nav û deng jî di seyrûseferekê de bi nexweşînekê dikeve û roniya çavên xwe wenda dike. Gelo sedema hevşibandina wan korbûna wan e yan gotina wan e? Gotina Kahîn çi bû? Xwezî me karibûya ji Khalkedonê remleke nû biavêta bo dengbêjên Kurdistanê.

“Evdalê Zeynê dibê Temo lawo quling tê lo

Quling şeş e

Wele per û baskên wan bi nexş e

Xwedanê xêra tunîne

Bi çepilê Evdalê Zeynê

Bavê Temo siwarê cindî bigire

Erê bavê ser textorê Hebeş e

Textorê Hebeş digo Temo

Bavê te ne korî ye av reş e”

Evdalê Zeynê korbûnê bi tiştekî hesab nake. Piştî xerabûna her du çavan gera bi gopalî ya li darê dinê girantir dibîne ji xwe re. Çima di destpêkê de min bi kahînê Byzasê dest bi nivîsê kir ez bawer im xîçikekî zelal bû. Lê dixwazim zelaltir bibe û ji vir pê de dixwazim gotinê bigehînim Bedîhê Çavşûşe. Kerem bikin em herin dîwana Bedîhê Çavşûşe lê rûniştî. 

Du sedemên çûna me ya wê dîwanê hene. Yek jê dîtina kahîn e ya duduyan jî mizgîniya hatina Şakiro ye. Bedîhê Çavşûşe yê di derdora şêst saliya xwe de ji roniya çavan mehrûm dibe, li Cemalvêrdiyê dijî. Wekî Evdalê Zeynikê çavên wî jî tarî bûne. Bedîhê Çavşûşe, di wexta xwe de Evdalê Zeynikê nas kiriye û jê gelek kilam hîn bûye. Lê mixabin ew jî nabîne. Bi gotina wî eger em bibêjin rewş wiha ye: “Kurê min dibe ev qedera me dengbêjên Cemalvêrdiyê be, ev korbûn. Lê tu xemgîn nebî min ev çil û çiya, gund û deşt bi giştî dîtine, wexta ku min ev dinyaya wekî bihûştê bi çavên xwe yên reş belek didît.” 

Bedîhê Çavşûşe, Evdalê Zeynikê dîtiye û jê gelek kilam hîn bûye dixwaze dersê bide Şakiro. Li Cemalvêrdiyê bi mamostetiya Bedîhê Çavşûşe, Şakiroyê ku em li ber dengê wî xof digirin, kok û çîroka kilaman dielime û li pey hostayê mezin Resoyê Gopala dikeve. 

Helbet Bedîhê Çavşûşe ji Şakiro re behsa Gula File, Şêx Silê jî dike. Çimkî ew dengbêj jî di dema Evdalê Zeynikê de jiyane û carinan di dîwanan de avêtine ber hev. Mahmut Beğik di kêtaba xwe ya bi navê Reso Şahê Dengbêjan de ji Ahmet Aras neqil dike û dibêje Resoyê Gopala jî di biçûkatiya xwe de li ber Gula File kilam gotiye. 

Dengbêj Şakiro dixwaze Dengbêj Reso ji nêzîk ve nas bike loma berê xwe dide Gopala; mala Reso. 

Wey lo wey lo wey lo wey lo wey lo

Wey lo wey lo wey lo wey lo wey lo

Wey la ez nemayê ji mêra re

De lêxin bavê bavê min lêxin

Can fîdayê mala Bişar û Seydo hûn lêxin

Qûndaxa modaliya li erdê xin

Bi şefeqa sibê ra li Qolordiya Qerekîlisê xin

Gava Resoyê Gopala ji Dengbêj Şakiro dipirsin caba wî pir bi elem e. Beğik ji Rahmi Batur neqil dike: “Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin…Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me ew ji birçînan kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxivim.

Qurbana dengê te bim Şakir abê

“Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” li ber qedandinê ye û li Khalkedonê, dengê ez li dîwanê dibihîzim ne dengê çîrokbêjekî ye. Jixwe çîrokbêjê em lê digerin ji ruyê alemê bar kir û çû. Guhê min li zimanekî ye û nivîs têra wî zimanî nake. Nivîskar Söylemez, bi ya serê xwe nekiriye lê bi ya dilê xwe kiriye di nivîsandina berhema xwe de. Loma metna li ber çavê min ya bi pêlên Salacakê re diherike di navbera sînorê forman de diçe û tê. Di destpêkê de bi şêwaza xwe dil dide çîrok û romanekê lê her diçe bi ber lehiya mebesta hestên metnê dikeve û dişibe roportaj û vegotinekê. Bi xêra pêlên pirtûkê kefa rojê li ser behrê xwe digehîne qeraxê. Dengê li dîwanê, wekî şerîta belgefîlmekê diherike û xwe dig3hîne Welatê Dengbêjên Kor.  

Dengê te jî li ber guhê min dikeve xwendoxê jîr. Tu heq î û wê pistepistê dibihîzim. Belê rast e min behsê zêde nebir ser çanda devkî lê ji bo xatirê te bibêjim heçîgava li dîwanekî rûdinêm û guh didim dengbêjekî ew pirsa xerîb tê û bi bîr û zêna min vedide: Çiqas bê nivîsandin ewqas tê jibîrkirinê gelo! Te go çi?

Li Khalkedonê li ser vê behra bêbin guhê xwe careke din didim wê senfoniyê û ji xwe re li destanekê dinêrim. Bîra min çiqas bixwaze min ber bi çoka çîrokekê biajo jî dengê dibihîzim navbeynkariyeke seyr li dar dixe û min digehîne wê tenyatiyê. Ji nava pêlên behrê dengê kahînekî tê:

Le bira

Tu gula şêxan î bira

Biçûkê biran î bira

Xûliyê bi şewqan î bira

Welatê xerîbê derdê pûç ê bê dermanî bira

Heya dinya xweş ava be

Keder û mereqa me hemiyan î bira

Welatê xerîb û xerîbîstanê tu sêr bike 

Çima derdê pûç î bê dermanî lo

Çavkanî

Ekelöf, Gunnar. Mirê Emgîonê (Wer.Firat Cewerî), Avesta, 2017

Söylemez, Kenan. Tizbî, Destmal, Tasek Av: Şakiro, Avesta, 2022

Beğik, Mahmut. Şahê Dengbêjan Reso, Nubihar, 2018

Gültekin, Mehmet.  Bandora Hunera Dengbêjiyê Di Avabûna Nasnameya Netewî Da. http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-bandora-h-nera-dengb-jiy-di-avab-na-nasnameya-netew-da-92  (10.02.2024)

Güneş, Ömer &Şahin, İbrahim. Antolojiya Dengbêjan 2, Nubihar 2018