Li Kanadayê agir bi daristanan ketiye: Rewşa awarte hatiye ragihandin

Li Kanadayê agir bi daristanan ketiye: Rewşa awarte hatiye ragihandin
Li Kanadayê agir bi daristanan ketiye: Rewşa awarte hatiye ragihandin
Botan Times

Li eyaletên British Columbiayayê û Quebec’eya Kanadayê agir bi daristanan ketiye.

Li gor nûçeya BBC Turkçeyê ji ber agira ku bi lez û bez belav dibe li wan eyaletan rewşa awarte hatine ragihandin.

Li herêmê ji nêzî 15 hezar malî re fermanên tehliyekirinê hatin şandin. Rayedaran destnîşan kirin ku hejmarez zêde mal di agirî da şewitine.

Serokwezîrê Eyaletê David Eby got: “Agir pir bi lez belav dibe, rojên pêşiya me dê pir dijwar derbas bibin.”