Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû

Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû
Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû
Botan Times

Li navçeya paloyê ya Xarpetê, di kana madenê da hezaz çêbû. Li gorî zanyarîyan 4 karker di bin da axê da mane.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navçeya Palo ya Xarpêtê di kana madenê ya kromê de hezaz çêbû. Li gorî agahiyên ewil 4 karker di bin axê de man. Ji 3 karkeran yek bi derfetên xwe xelas bû û ji bo karkerên din tîmên xelaskirinê sewqî herêmê hatin kirin. 

Têkildarî hezazê AFAD’ê daxuyanî da û wiha got: “Li Herêma Alacakaya ya Xarpêtê hezaz çêbûye û li gorî agahîyên ewilî gehiştine ber destê me 3 karker di bin axê de mane. Tîmên AFAD’ê, agirkujîyê, cendirme û tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.”