Li “Jûra Çawirwanî”yê li benda kesûkarên xwe yên winda ne

Nıvîskar:
3 weeks berê

Di 20ê Hezîrana 2024an de du belemên penaberan li Îtalyayê noqî avê bûn. Li gorî rapora Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê, di encamê de 75 kes mirin. 19 ji wan ji Herêma Kurdistanê bûn.

Ji Herêma Kurdistanê, her sal bi deh hezaran mirov bi hêviya ku jiyaneke nû ji xwe re ava bikin, ber bi Ewropayê ve derdikevin rêyeke xeter.

Li gorî raporeke Weqfa Penaberan û Kesên ji Cihên xwe Hatine Kirin, di sala 2023yan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 hezar kesî koç kirine. Aqûbet ango çarenûsa hinek ji van penaberan bi salan e ne diyar e. 

Hunermendekî Kurd û yekî Polandî bi hevkariya saziyeke ewropî, ji bo balê bikişînin ser rewşa penaberên ku di rêyên Ewropayê de winda dibin û çarenûsa wan ne diyar e, pêşangehek saz kirin. 

Pêşangeh di 13ê Îlona 2024an de li Almanyayê li Leîpzîgê yê eyaleta Saksonyayê vebû. Pêşangeh li salona pêşangehan a Cinémathèque Leipzigê ye û tê de fotografên xizm û kesûkarên penaberên winda bûne

Navê pêşangehê “Jûrî Çawirwanî” ango “Waiting Room” e. 

Tê de 10 fotografên xizmên penaberên winda hene û her weha vîdeoyek derbarê mijarê de tê nîşandan. 

Hunermend Konrad Smoleńskiyî ev berhemên ku wênekeş û rojnamegerê Kurd Shamal Hisamaddinî berhev kirine, wergirtine ew bi kuratoriya Jagna Lewandowska pêşkêş kirine. 

Wî ji Botantimesê re nîşan kir ku sê sal in wî derbarê malbat ango kesûkarên 12 penaberên winda de kar kiriye. Li gorî gotina wî, hin ji van 3 an 4 sal in winda ne û hin ji wan jî 30 sal in winda ne. Hemû jî di rêya Ewropayê de li deverên cuda yên mîna Fransa, Tirkiye, Kenya û hin deverên din winda bûne. 

Di fotografan de him malbat him jî ew kelûpelên wan penaberên winda ên li pey xwe hiştine, hene. Shamal Hisamaddînî diyar kir ku ew malbat dibêjin, dibe rojekê kesê winda were û ji bo wê jî ew kelûpelên wan weke diyarî vedişêrin. 

“Ez dixwazim peyamê bidim xelkê Ewropayê jî”

Shamal Hisamaddînî destnîşan kir ku ew dixwaze bi vê xebatê peyamê bide kesên dixwazin zar û zêçên wan ji bo jiyaneke baştir biçin Ewropayê. Bi gotina wî ev rêyeke xeter e û dixwaze xelk vê rewşê bibîne.

Peyameke wî jî ji bo xelkê Ewropayê ye ku dixwaze ew rêzê li penaberan bigirin. Lewre bi gotina wî, ew kesên ku dixwazin koç bikin, di sert û mercên xirab de ne û dixwazin xwe bigihînin şert û mercên baştir ên li Ewropayê. 

Ya sêyem jî, wî diyar kir, ew dixwaze bide nîşandan ku di vê serdema teknolojiyê de, çawa dibe mirov winda dibin.

Hisamaddînî destnîşan kir ku di vê pêvajoya malbatên penaberan de hikûmetê ti alîkarî nedeya wan û malbat bi xwe serî li Konsolxaneyan didin da ku çarenûsa kesûkarên xwe bizanibin.

Pêşangeha navborî beşek ji projeya “Rewşa Sînoran e” ku digel pêşangehê, fîlm jî tên nîşandan, kargeh û panel tên lidarxistin. 

Pêşangeha “Jûrî Çawirwanî” ya bi piştgiriya Helsinki Fundation for Human Rights hatiye vekirin, wê di 20ê Cotmehê de bi dawî bibe. Wê rojê wê civînek li dar bikeve û wê tê de kurator û hunermend derbarê pêşangehê de biaxivin. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û