Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha Ahmet Guneştekînî hatiye kirin

Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha Ahmet Guneştekînî  hatiye kirin
Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha Ahmet Guneştekînî  hatiye kirin
Botan Times
  • 17 Nisan 2023 10:24

Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekînî hatîye kirin û çenteyên di pêşangehê da hatine dizîn.

Pêşangeha bi navê ‘Gavur Mahallesi’ par di meha Mijdarê da bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatibû vekirin.

Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî êrîşî got,

Di 8 salên dawî da ev cara 3emîn e ku êrîş li berhemên min têne kirin. Lê cihê xemgînê ye ku taybet ji derdorên hunermendan bêdengî heye lê şermezarkirin tune ye.

Di pêşangeha Guneştekîn ya li Îzmîrê da pêvajoya pevguhertin û koçberiyê tê ravekirin.

Tesîsên mezin, karên vîdeoyî û peykerên ku tê de formên metal bi kevir hatine temamkirin, têne pêşandan.

Pêşengeha Gavur Mahallesî ya ku ji ber eleqeya zêde heta 7ê Gulanê hat dirêjkirin, heta niha mazûvaniya milyonek û 500 hezar kesan kiriye.