Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatine desteserkirin


Navenda Nûçeyan
Li Îzmîrê 12 muzîkjen bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê kirine” hatine desteserkirin.
12 muzîkjenên ji ber ku berîya hilbijartinên 14ê Gulanê li Îzmîrê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk bûne, hatine desteserkirin.
Di serdegirtina malan da Sertan Ozdemîr, Şakir Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatime Tandogan, Eyûb Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temur jî di nav de 12 mûzîkjen hatine desteserkirin.
Muzîkjenên birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê.
Hefteyî borî li Stenbolê jî ciwanên ku stranên kurdî guhdar dikirin hatibûn desteserkirin.