Li Îranê xwendekara xwe tazî kirî hatiye desteser kirin

03/11/2024

Li Tehranê xwendekareka Zanîngeha Azad a Îslamî li dijî ferza çarşefê û zextên li ser jinan xwe tazî kiriye û hatiye desteser kirin.

Bûyer

Xwendekar li hewşa zanîngehê û kolana pêşîya wê bi cil û bergên binî geriyaye. Vîdyoyên ku rojnameya Amir Kabirê belav kiriye nîşan didin ku xwendekar bi otomobîleka spî hatiye desteser kirin.

Sedem

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dibêje ev yek protestoyeka li dijî ferza çarşefê ye. Bûyer 2yê Çirîya paşînê pêk hatiye. Li Îranê berxwedana li dijî ferza çarşefê piştî mirina Jîna Mehsa Amînî dest pê kiribû.

Îdîa

Li gor Rêxistina Efûyê dema desteserkirinê lêdan û tundîya zayendî pêk hatiye. Rêxistin dixwaze bûyer bê lêkolîn kirin û destûr bê dayîn ku xwendekar bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Daxuyanî

Berdevkê zanîngehê Amir Mahjob gotiye ku xwendekar nexweşîya derûnî heye. Li gor rojnameya Hamşehrîyê dibe ku ew di dema lêpirsînê de li nexweşxaneya derûnî bimîne.


Çavkanî: Artı Gerçek, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Trump di wê baweriyê de ye ku ew bi ser ketiye

Weşana paşê

Du pirtûkên Weşanên Aryenê hatine qedexe kirin