Li Îranê sê girtîyên kurd hatin sêdarekirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, çavkanîyên xwecihî yên Îranê daye zanîn ku sê girîtyên kurd bi navên Elî Şahîn Nejad, Solet Tusen û Can Elî Nedîmî îro li girtîgeha navendî ya bajarê Urmîyeyê hatin îdamkirin.
Her sê girtîyên hatine îdamkirin bi tohmeta qaçaxçîtî û bazirganîya madeyên hişbir hatibûn girtin û dadgehê biryara îdamkirina wan dabû.