Li Îranê 2 hezar xwendekarên keç bi jehrê ketin

  • 06/03/2023
Li Îranê 2 hezar xwendekarên keç bi jehrê ketin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

06/03/2023

Li Îranê hejmara xwendekarên keç ên bi jehrê dikevin zêde dibin.

Di bûyeran de heta niha zêdeyî 2 hezar xwendekarên keç bi jehrê ketin.

Dibistanên ku bûyer lê hatin dîtin 50an derbas kir.

Sira dozên ku zêdeyî 3 meh in didomin, nehat zelalkirin.

Dê û bavên xwendekaran di wê baweriyê de ne ku xwendekar rasterast tên hedefgirtin.

Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê di 26ê Sibatê de diyar kiribû ku jehrîkirina xwendekarê keç bi qestiye.

Çi bûbû?

Li gorî dijberên rejîmê, ev bûyer tolhildana xwepêşandanên Jina Amîniye ku di meha Îlona sala borî de dest pê kiribûn.

Jîna Amînî ya 22 salî di Îlona sala borî de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.


Li ser vê yekê li welêt xwepêşandanên li dijî hikûmetê dest pê kirin. Bi sedan kes mirin.

%d