Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Hollywoodê grev: Piştî senarîstan, lîstikvan jî tevlî grevê bûn

15/07/2023

Li Amerîkayê sendîkaya lîstîkvanan (SAG) jî tevlî greva senarîstan bû. Bi tevlî bûna wan greva herî mezin a 60 salên dawî li Hollywoodê dest pê kir.

Bi deh hezaran lîstikvanên Hollywoodê, ji bo qazancên adil û ji bo başkirina şert û mercên xebatê beşdarî greva senarîstan bûne.

Sendîkaya lîstîkavanan jî ji bo mafê lîstîkvanan bi rê ya kopyayên dijîtal neyê binpêkirin û pêşî li vê yekê bê girtin tevlî grevê bûye.

Derhênerê navdar Nolanî diyar ku ji ber ku galaya fîlma wî beriya dest pê kirina grevê hatiye lidarxistin ew gelekî bi şans e,  ji ber ku di dema grevê da êw ê li ser fîlmeke din nexebite.

Bi pêkanîna biryara grevê dê 160 hezar hunermendên performansê dest ji karê xwe berdin.

Sendîkayên ku him nivîskar û hem jî lîstikvan temsîl dikin, ji sala 1960î û vir ve cara yekem e ku di heman demê da dest bi grevê dikin.

Navdarên Hollywoodê yên wekî Margot Robbie, Meryl Streep û Dwayne “The Rock” Johnson piştgirî didin grevê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan