Piştî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê, ji bo çar sivîlên hatine kuştin, li Hewlêr û Dihokê wê sê rojan şînê girê bidin.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ji ber êrîşên Îranê ew ê sê rojan şînê girê bidin. Xoşnavî duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di êrîşan de çar sivîl mirin, 6 sivîl jî birîndar bûn: “Êrişa nerewa û bê hincet xelkê sivîl û bêguneh kiriye armanc. Em ji îro û ve li parêzgeha Hewlêrê sê roj wek şîna giştî radigihînin.”
Supaya Pasdaran a Îranê du roj berê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.
Di vê êrişa Îranê de karsazê kurd Pêşrew Dizeyî, karsazê iraqî Kerem Mixayîl yê di dema êrîşê de mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne mirin.
Iraq: Mala Dizeyî ne baregeha Mossadê ye
Piştî êrîşê, Îranê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku wan êrîşî baregeha Mossadê kiriye.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Serokê Lijneya Lêkolînê ya ji bo êrişên mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê Qasim Erecî ji b ovan îdiaya got ku ne rast in: “Xaniyê hatiye mûşekbarankirin mala karsazakî sivîl e, ne baregeha Mossadê ye.”
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdaniyî, tevî şandeyekê çû Hewlêrê. Şandeya navborî ji bo lêkolînan çû cihên bûne armanca mûşekên Îranê.
Qasim Erecî piştî lêkolîna destpêkê diyar kir ku wan hemî xanî dîtin û got: “Me dît ku ev xaniyê karsazekî sivîl e û ew propagandaya ku baregeha Mossadê kiriye armanc ji rastiyê dûr in.”
Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.