Li herêma erdhêjê jin: Dema serê xwe dişom cilên xwe yên binî dernaxim

Li herêma erdhêjê jin: Dema serê xwe dişom cilên xwe yên binî dernaxim
Li herêma erdhêjê jin: Dema serê xwe dişom cilên xwe yên binî dernaxim
Gulistan Korban
  • 8 Mart 2023 17:53

Kampa Mexdûrên Erdhêjê – Diyarbekir, Murat Bayram

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li her kesî kir.

Lê wekî her bûyerên bi vî rengî, jin, zarok, extîyar û penaber ji vê felaketê betir para xwe girtin.

Fatma Çadira ku li mala xwe ya Hatayê bi erdhêjê re rû bi rû ma, ji wan jinan tenê yek e.

Ji wê rojê ve derûniya me xira bûye. Em nekarin ji bandora erdhêjê derbikevin. Dema serê xwe dişom kincên xwe yên binî dernaxim. Dibêjim ger erdhêjek çêbibe bila ez zûtir bikaribim derbikevim derve. Him xwe bêtir ewle hîs dikim.

Fatma Çadir

Ew hemşîre ye û dayika 2 zarokan e.

Bi salan e li navçeya Samandaga ya Hatayê kar dike.

Di erdhêja yekem ya 6ê Sibatê de beyî pêlav û bi tevî kincên xwe yên raketinê ew û zarokên xwe direvin kolanê.

Em 5 şevan di erebeyê de raketin. Ji bo jinan problema herî mezin tuvalet e. Hê jî ew pirsgirêk berdewam e. Bi rojan ez bi şev neçûm tuvaletê. Ji ber ku diviyabû hevserê min jî bi min re bihata.

Lê ger ew bihata wê demê kes li cem zarokan me nedima. Wekî min bi sedan jin hebûn ku nekaribûn biçûna tuvaletê.

Fatma Çadir

Ji bo jinan gihîştina hewcedariyên bingehîn yên wekî ‘ped’ û kincên binî ên paqij pirsgirêkek cidî ye li devera erdhêjê.

Fatma dibêje ku jinên ku regl dibin nekarin pedên xwe û her wiha kincên xwe yên binî bigûherînin. Ji xwe ew ortam jî nîne.

Fona Nûfusê ya Neteweyên Yekgirtî eşkere kir ku li  herêma erdhêjê 15 mîlyon mirov ji erdhêjê bi bandor bûne.

Lê ji wan 4 mîlyon jin in ku hewcedariya wan bi xizmeta tenduristiya dayikan heye.