Li herêma erdhêjê dê çend hilbijêr dengê xwe bidin?
Li 11 parêzgehên ku erdhejên 6ê Sibatê tesîr lê kir dê 8 milyon û 993 hezar û 349 hilbijêr biçin ser sindoqan.
Li parêzgehên wekî Hatay, Semsûr, Amed, Entab, Meraş, Meletî, Riha, Xerpet, Osmanîye, Adana û Kilîsê hin welatiyan di konteynerên li hewşa dibistanên xesardîtî da hatibûn danîn, dengê xwe dan.

Navenda Nûçeyan
Dengdana Hilbijartina Serokomariyê û Parlamenteriyê ya Qonaxa 28an qedîya.
Encamên hilbijartinan hêdî hêdî tên belavkirin. Li gor Ajansa Anadoluyê Erdogan, li gor rayedarên CHPyê jî Kiliçdaroglu li pêş e.
Li gorî Ajansa Anadoluyê Erdogan di pêşbirkê de pêşengiyê dike. Rayedarên CHPyê jî Ajansa Anadoluyê bi manîpulasyonê tawanbar dikin û dibêjin ‘Kiliçdaroglu li pêş e.’

Navenda Nûçeyan
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Miletî Kemal Kiliçdaroglu got, “Em li pêş in”.
Namzedê Serokomariyê Kemal Kililçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî encamên hilbijartinê da got: “Em li pêş in.”

Navenda Nûçeyan
Piştî ku pêvajoya hilbijartinê qediya û sindoqên dengdanê hatin girtin, namzedê Serokkomariyê yê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu daxuyanîyek belavkir.
Kiliçdaroglu di peyama xwe da got: “Ez bang li lehengên me yên demokrasiyê dikim. Heta ku rapora sindoqê ya bi îmzekirî ya dawî neyê radestkirin, çi bibe bila bibe tu carî ji sindoqan xwe neterikînin.”

Navenda Nûçeyan
Hemwelatiyên me yên hêja, mafê herkesekî heye ku li sindoqa ku deng daye,dema jimartina dengan da çavdêrîyê bike. Em ê îradeya xwe û sindoqan biparêzin, teqez em ê bi ser bikevin.

Navenda Nûçeyan
Saet di 17.00ê de pêvajoya dengdanê bidawî bûye.
Piştî girtina sindoqan dest bi jimartina dengan kirine.
Piştî bidawîhatina proseya dengdanê, Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê banga “parastina sindoqên dengdanê” kir.
Erdogan got, “Niha jî weke her car dem hatiye ku bi awayekî bihêz em xwedî li sindoqan derkevin.”

Navenda Nûçeyan
Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera alîgirên Partiya Çepên Kesk û alîgirên AK Partiyê da pevçûn çêbû.
Li gor agahîyên ku Ajansa Mezopotamyayê belavkirine li gundê Eşme ser bi navçeya Qoserê ya Mêrdînê xizmên parlamenterê AK Partiyê Faruk Kiliç xwestine dengên xwe vekirî û bi hevre bikar bînin.
Dema berpirsên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk xwestine vê yekê tomar bikin rastî êrîşê hatine.
Di pevçûnê da 2 berpirsên sindoqan yên Partiya Çepên Kesk birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan