Li gundekî Amedê li şuna mixtar qeyum hatiye tayînkirin

19/08/2023

Li gundê Qerhêta ya Çinara Amedê ku 8 roj in ceyrana wan ji aliyê DEDAŞê ve hatiye qutkirin, li şûna mixtarê gundî qeyum wezîfedarkirin.

Li gor nûçeya Amîda Haberê, DEDAŞê beriya hefteyeka ji ber “bikaranîna neqanûnî û deynê ceyranê” elektrîka gundê Qerhêtayê qut kiriye.

Mixtarê gundî Necatî Ertemê ku nekariye pirsgirêka ceyranê çareser bike ji wezifeya xwe istifa kiriye. Qeymaqamê Çinarê jî li şuna mixtar Ertemî cigirê xwe wekî qeyum wezifedar kiriye.

Gundîyên Qerhêtayê jî diyar kirine ku wan ne ji Waltîya Amedê ne jî ji Qeymaqamtîya Çınarê ji bo çareserkirina pirsgirêkê ceyranê tu mûxatap nedîtine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Wê hefteyê li Botan Timesê çi hebû?

Weşana paşê

Rewşan dê li 15 bajaran konsertan bide