Li gorî anketa MetroPOLLê dengên DEMê zêde bûne

06/03/2024

Sazîya lêkolînên stratejîk û sosyal a serbixwe MetroPOLLê, anketa xwe ya meha sibatê belav kir. Anket li ser rewşa dengên partîyan kirine.

Li gorî anketê dengên DEMê zêde dibin û yên AKPyê jî kêm dibin.

Ev lêkolîna qadî, 20 û 21ê sibatê li tevahîya welatî, li gorî sîstema NUTSê, li 26 herêman, di çarçoveya 28 bajaran da ligel 1770 kesan kirine.

Ji xelkê pirsîne “Heke vê yekşemê hilbijartina parlementerîyê çêbe, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partîyê?”

Encamên anketa wiha ne: 

* AKP: ji sedî 23,9  

* CHP: ji sedî 18,2

* DEM Partî: ji sedî 8,3

* ÎYÎ Parti: ji sedî 6,7

* MHP: ji sedî 6,1

* YRP: ji sedî 4,2

* ZP: ji sedî 1,4

* TÎP: ji sedî 1,3

* Bêbiryar: ji sedî 13,2

* Protesto: ji sedî 9,0

Encamên dengên bêbiryar, bêbersiv û protestoyê jî li gorî partiyan wiha ne:

* AKP: ji sedî 33,2

* CHP: ji sedî 25,2

* DEM Partî: ji sedî 11,5

* ÎYÎ Parti: ji sedî 9,2

* MHP: ji sedî 8,4

* YRP: ji sedî 5,8

* ZP: 1,9

* TÎP: 1,7

Encamên fermî yên hilbijartina parlamenterîyê ya 14yê gulanê wiha bûn: 

* AKP: ji sedî 35,32, 

* CHP: ji sedî 25,41, 

* MHP: ji sedî 10,04 

* ÎYÎ PARTİ: ji sedî 9,90 

* Partiya Çepên Kesk:8,79 

* YRP: ji sedî 2,86 

* ZP: ji sedî 2,28 

* TîP: ji sedî 1,72 

* MP: ji sedî 0,93 

* Ên din: ji sedî 2,75


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo Geliyê Godernêyê bang kir

Weşana paşê

Aram Dildar dê li Stenbolê Stand-Upa xwe bike

Te hay ji vê heye?