Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyan wan hatin tacîzkirin û tundîya dîjîtal li wan hate kirin

Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyan wan hatin tacîzkirin û tundîya dîjîtal li wan hate kirin
Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyan wan hatin tacîzkirin û tundîya dîjîtal li wan hate kirin
Vahdet Uçar
  • 8 Şubat 2022 09:12

Şaxa Colemêrgê ya İHDyê di 4ê Sibatê de daxuyanî dabû ku 26 jinên Colemêrgî serî li İHDyê dane ku hin kesan bi navê wan hesabên medyaya civakî vekirine, wêneyên wan parve kirine û van hesabên li ser navên wan vekirine xwedî profîleka ddûrî nirxên wan in. Û van jinan dane zanîn ku ev kes bi bi wêneyên wan, bi hesabên li ser navên wan vekirine gef li wan xwarine û ew bi peyaman tacîz kirine. Jinan daye zanîn ku vê bûyerê ji hêla me’newî gelek zirar gihandiye wan, ji niha ve.

Komîsyona Jinan a Şaxa Colemêrgê ya IHDyê daye zanîn ku van jinan ji bo arîkarîyê serî li wan dane û xwestine ku İHD hemû pêvajoya hiqûqî bimeşîne. Komîsyonê di daxuyanîyê de diyar kiriye ku dê di vê mijarê de çi pêwist be bikin, pêvajoya hiqûqî bidin dest pê kirin.

“Bila bê zanin ku jin êdî bêdeng namînin”

Li ser mijarê em bi Endama Lijneya Rêvebiriyê ya İHDyê Pınar Şenê re axivîn. Pınar Şenê diyar kir ku ev cara yekem e ew li Colemêrgê bi tişteka wiha re rû bi rû dimînin, wek İHD ew çi pêwist be ew dê bikin. Wê diyar kir ku pêvajoya hiqûqî dê bidin destpêkirin û piştî wê ji bo van jinan çi arîkarîya me’newî jî pêwist kir ew dê arîkarîyê bikin.

Şen: “Em niha li benda pêvajoya hiqûqî û encama vê pêvajoyê ne, heta bi encam nebe ji bo ewlehîya van jinan ku hin ji wan malbatên wan jî bi bûyerê nizanin em dê tu agahîyên taybet aşkere nekin. Piştî encama hiqûqî em dê di meseleya civak û malbatê de jî çi ji destê me bê bikin.

Herweha HDP jî hatiye İHDyê û gotiye ku em jî hazir in çi ji destê me bê bikin, ger hewce bike em bi hev re biçin ba malbatan jî. Lê ji me re xala girîng ew jin in, daxwazên wan û ewlehîya wan e, İHDyê jî ev yek hilgirtiye ser xwe.

Ev êrişeke mezine li dijî kesayet û rûmeta jinên li herêmê dijîn hatiye kirin. Lê herweha em dixwazin ku ev mijar deng vede û bê zanîn ku bêdengîya jinan a li hemberî tundîyê xilas bûye. Bila bê zanîn ku jin êdî bêdeng namînin û li mafên xwe digerin, lewra diyar e ku ev yek jî tundîya li ser jinan e. Bêyî ku mexdûr bên îfşakirin û dubare bên mexdûrkirin divê ev mijar deng vede.”