Li Farqînê qedexeya li ser zimanê kurdî

23/09/2024

Li Farqînê destûr nehatîye dayîn ku navekî kurdî li qada bajarî bê kirin.

Meclîsa Şaredarîya Farqînê biryar daye ku Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike ‘Rindêxan’. Piştî vê biryarê qeymeqamê farqînê destûr nedaye ku navekî kurdî li wê qadê bê kirin.

Ji ber ku ‘Rindêxan’ ne bi tirkî ye û peyveka biyanî ye qeymeqamtîyê destûr nedaye.

Daxuyanîya Şaredarîya Farqînê

Meclîsa şaredariya me di civîna xwe ya meha tîrmehê de biryar da ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn weke “Rindêxan” bê guhertin. Lê biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya me ve hat girtin ji aliyê amîrtiya mulkî ya îdarî (Qaymeqamtî) ve hat redkirin. Qaymeqamtiyê, angaşt kir ku navê “Rindêxan” ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin û ji bo redkirin ev hincet pêşkêşkirin: “…Peyv û îfadeyên ku li gorî rêzimanên biyanî hatine sazkirin û navên kirêt, bêedeb û pêkenok nikarin bên danîn… Gora Siltanê Selçûkiyên Anatoliyayê Kiliçaslanê Yekemîn hatiye dîtin û navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” li parqa ku di sala 2023’yan de li navenda Farqînê lêkirina wê temam bû hatiye danîn. Kiliçaslanê ku weke kesê xaçparêzan têk biriye tê bibîranîn li navçeya me binax kiriye. Piştî ku ev ji raya giştî re hat ragihandin feydeyeke zêde li danasîn û turizma navçeya me hat kirin. Ji ber vê sedemê bi danîna nav hatiye armanckirin ku bîranîna vî siltanê mezin li navçeya me bê jiyandin… Biryara meclisa şaredariyê ya ji bo guhertina navê “Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn” a bi navê nû “Rindêxan” ji ber ku ne bi tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tuneye û li gorî rêzimana “biyanî” hatiye sazkirin, di guhertinê de tu feydeyeke cemaweriyê tuneye, her wiha ji ber ku ne li gorî hikmên mewzûatê yên li jor hatine aşkerakirine ji aliyê qaymeqamiya me ve nehat qebûlkirin û di zêdekê de paşve hat vegerandin.” Em vê biryara ku ji aliyê qaymeqamiyê ve li dijî zimanê Kurdî û navên Kurdî hatiye girtin qebûl nakin û hewaleyî wijdanê raya giştî û gelê xwe dikin!


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hejmara Psychology Kurdî ya 19yan derket

Weşana paşê

Amed – Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt

Te hay ji vê heye?