Li Elmanyayê serdema nû: Bundestagê, Olaf Scholz wekî serokwezîr pejirand

Parlamentoya Elmanyayê, Bundestag, siyasetmedarê sosyaldemokrat Olaf Scholz wek serokwezîr pejirand. Li gor nûçeya BBCyê piraniya endamên Bundestagê piştî dengdayînê ji bo Scholzî dane çepikan.Scholzî dê îro sond bixwe û heyama 16 salan a Angela Merkel a li Elmanyayê bi dawî bibe.Scholz ê 63 salî ku di hikûmeta dawî ya Merkel de Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê […]

Li Elmanyayê serdema nû: Bundestagê, Olaf Scholz wekî serokwezîr pejirand
Li Elmanyayê serdema nû: Bundestagê, Olaf Scholz wekî serokwezîr pejirand
Vahdet Uçar
  • 8 Aralık 2021 10:43


Parlamentoya Elmanyayê, Bundestag, siyasetmedarê sosyaldemokrat Olaf Scholz wek serokwezîr pejirand.


Li gor nûçeya BBCyê piraniya endamên Bundestagê piştî dengdayînê ji bo Scholzî dane çepikan.
Scholzî dê îro sond bixwe û heyama 16 salan a Angela Merkel a li Elmanyayê bi dawî bibe.
Scholz ê 63 salî ku di hikûmeta dawî ya Merkel de Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Darayî bû, piştî sondxwarinê dê li parlamentoyê pêşnîyarên hikûmeta xwe eşkere bike.


Hikûmeta nû ya ku piştî hilbijartinên giştî yên di meha Îlonê de li Almanyayê hat avakirin ji Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Azad pêk tê. Hikûmeta nû plan dike ku di têkoşîna li dijî guherîna îklimê de gavên girîng bavêje, bi sifirkirina bikaranîna komirê berî dema ku dihate plankirin û balê dikişîne ser enerjiya dikare bê nûkirin hin ji van karan in.

Lê kar û îcraatên wî yên yekem dê şerê li dijî pandemiya coronavirus bin.
Hejmara bûyerên coronavirusê li Elmanyayê ji zivistana par ve di asta herî bilind de ye.
Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi koronayê ketine derketiye 69 hezar û 601î.
Di encama nexweşiya Kovîd-19ê ya ji ber vîrusê derket de 527 kes mirine.