Komeleya Medyaya Dîjîtal bi piştgirîya Sefareta Brîtanyayê li Diyarbekirê bernameya perwerdeya medyayê pêk tîne. Di bernameyê de dê deh rojnamevanên pispor perwerdeyê bidin.
Bernameya perwerdeyê dê çawa be?
Bername dê di ofîsa Botan Internationalê de pêk were û dê bîst saetan bidome. Her beşdar dê pênc nûçe/bernameyan amade bike û dê ji bo her berhemê brût 100 Poundan bistîne.
Di bernameyê de dê deh pisporên xwedî tecrûbe perwerdehîyê bidin:
- Sertaç Kayar (Reuters) –
- Mehdi Mutlu (Waar TV) –
- Hatice Kamer (BBC) –
- Ömer Faruk Baran (Voice of America) –
- İbrahim Yeşilçimen (Ekonomist)
- Semiha Yıldız (Yönetmen) –
- Hozan Adar (Deutsche Welle) –
- Mahmut Bozarslan (AFP, VOA) –
- Reha Ruhavioğlu (Kurdish Studies Center) –
- Vecdi Erbay (Gazete Duvar) –
Şert û mercên beşdarbûnê çi ne?
Beşdar divê beşdarî hemû perwerdehîyan bibin. Di bernameyê de zimanê sereke dê tirkî be, lê dê ji bo kurdî û îngilîzî jî derfetên taybet hebin. Mesrefên rê û cihê mayînê nayên dayîn.
Derfetên taybet ên perwerdeyê
Her beşdar dikare bi kêmanî yek û herî zêde deh perwerdekaran hilbijêre û bi wan re bixebite. Wek mînak, beşdar dikarin bi Semiha Yildiz re montaja vîdyoyê çêbikin an jî bi Vecdi Erbay re biçin hevpeyvînê.
Çavkanî:
- Botan Times
- Komeleya Medyaya Dîjîtal
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.