Li Diyarbekirê “139 bûyerên binpêkirina azadiya medyayê pêk hatine”

Nexşeya Azadiya Medyayê binpêkirinên azadiya çapemeniyê û medyayê li seranserê Ewropayê belge dike. Li gor wê nexşeyê, li Diyarbekirê 139 bûyerên li dijî “azadiya çapemenî û medyayê” pêk hatine. Navenda Ewropayê ya Azadiya Çapemenî û Medyayê (ECPMF) Nexşeya Azadiya Medyayê pêk tîne. Rojnameger û rêxistin jî dikarin ji rewşên binpêkirina azadiya medyayê wê navendê agehdar […]

Li Diyarbekirê “139 bûyerên binpêkirina azadiya medyayê pêk hatine”
Li Diyarbekirê “139 bûyerên binpêkirina azadiya medyayê pêk hatine”
Botan Times
  • 12 Ocak 2023 13:21

Nexşeya Azadiya Medyayê binpêkirinên azadiya çapemeniyê û medyayê li seranserê Ewropayê belge dike.

Li gor wê nexşeyê, li Diyarbekirê 139 bûyerên li dijî “azadiya çapemenî û medyayê” pêk hatine. Navenda Ewropayê ya Azadiya Çapemenî û Medyayê (ECPMF) Nexşeya Azadiya Medyayê pêk tîne.

Rojnameger û rêxistin jî dikarin ji rewşên binpêkirina azadiya medyayê wê navendê agehdar bikin.

Ji bo dîtina nexşeyê bitikîne.

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) rapora ser rewşa rojnamegerîyê ya 2022yan weşand.

RSF da zanîn ku li seranserê cîhanê îsal 533 rojnameger dema li ser karên xwe bûne hatine girtin û 57 rojnameger jî hatine kuştin.

Li gor rapora RSFê, girtin û kuştina rojnamegeran zêde bûye, 65 nûnerên medya dîlgirtî ne, 49 Rojnameger jî wenda ne.

Sazîya RSF, ku navenda wê li Parîsê ye, dîyar kir ku di sala 2022yan de bo mafên rojnamegeran paşdeçûneke cidî çêbûye ku bi hejmara 533 rojnamegerên girtî li gor sala borî %13,4 zêdebûneke rekorî çêbêye.

Ji rojnamegerên girtî, 432 profesyonel in, 83 ne profesyonel in û 18 jî xebatkarên medya ne.

Dîsa ji wan rojnamegerên girtî, bi tenê %36,4ê wan hatine mehkûm kirin, lê yên mayî hîn nehatine mehkemekirin.

Li gorî daneyên Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) di sala 2022an de li çaraliyê cîhanê 66 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karê xwe hatin kuştin. 

Ev rêje nîşan dide rêjeya kuştina rojnamegeran li gor sala 2021ê zêde bûye ( 45 rojnameger di sala 2021ê de hatine kuştin).

Bixwîne: Di sala 2022an de 66 rojnameger hatine kuştin: IPI