Li Dêrsimê hemû çalakiyên weki xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji alîyê Walîtiya Dêrsimê ve hatîye belavkirin, ji seat 00:01ê 22yê Tîrmehê (îro) heta seat 23:59an derengê şevê hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakîyên din hatin qedexekirin.
Walîtiya Dêrsimê di daxuyanîya xwe da wiha nîvîsî:
“Bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramîyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din” biryara qedexeya xwepêşandan û çalakîyên wiha hatiye dayîn.”
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.