Li Dêrazorê bi roketan êrişî baregeha DYAyê kirin

Ji
14/08/2024

Li herêmê di şer û êrîşên ku 6 roj in didomin de 8 jê zarok 18 sivîl mirine.

Li Dêrazora serbi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeva borî (13ê Tebaxê) bi roketan êrişî baregeha leşkerî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kirin.

Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê(SOHR) ragihand ku herêma baregeha Amerîkî ya li Qada Gazê ya Konîkoyê ji alîyê komên ku Îran piştgirîya wan dike ve ku li rojavayê Çemê Firatê bi cih bûne, hat bombebarankirin.

Balafirên şer ên koalîsyonê li rojhilatê Dêrazorê û derdora bajarokê Haşşamê li xalên leşkerî yên komên ku Îran piştgiriya wan dike, dan.

45 kes mirin

Her weha SOHRê ragihand ku di şerê şeş ​​roj in di navbera Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê(HSD) û çekdarên serbi Îranê de li bejahiya Dêrezorê de didomin 45 kes mirine:

  • 18 sivîl, ku 8 jê zarok in.
  • Du şervanên HSDê.
  • 17 mîlîtanên Îran piştgirîya wan dike.
  • 8 milîsên serbi Îranê.

Her wiha 48 sivîl û 7 şervan jî birîndar bûne.

Heta niha ti komeke bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe û DYAyê jî derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku