Li parêzgeha Colemêrgê nêzîkî 30 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Li gor agahîyên ku Parêzer Yusuf Çobangolu li ser hesaba xwe ya Twîtterê parvekiriye, ji wan kesên ku hatine girtin 15 ji wan Dayikên Aştiyê ne û bi tometa ‘endamtîya rêxistinê’ hatine sûcdarkirin.
Çobanoglu di parvekirina xwe da diyar dike ku ji bo dosyayê biryara nepenîtiyê hatiye girtin. Her wiha destûr nayê dayîn ku wan kesan di nava 24 saetan da bi parêzeran ra hevdîtinê pêk bînin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.