Li Çînê ji ber mirinên Kovîdê darbest têrê nakin

26/01/2023
Bearers a carrying a coffin into a car

Li herêma Shanxi ya li bakurê Çînê hosteyên darbestan çêdikin di van rojan de gelekî mijûl in.

Li wê welatî ji ber hejmara rastî ya mirinên Kovîdê gelek nîqaş hene.

Li gorî epîdemolog Vu Zunyou, ji sedî 80 ê nifûsa Çînê ku ji 1 mîlyar mirovî zêdetir e bi Kovîdê ketine.

Ji ber ku qedexeyên Kovîdê di meha Kanûnê de hatiye rakirin ji wê mehê vir ve 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hat gotin ku hefteya borî 13 hezar mirov ji ber kovidê di nava hefteyeke de mirine.

Hejmara mirinên ku li ser tê axaftin hemû li nexweşxaneyan çêbûye.

Li deverên gundewarî hejmara yên ku li malan dimirin di nav hejmarên giştî de nîn e. Ev yek jî li welêt rê li ber nîqaşan vedike.

Çavkanî: BBC Turkçe


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hejmara nû ya Dilopê hatiye weşandin

Weşana paşê

Salome Cizrawî: Wext wextê bilezûbeziyê ye

Te hay ji vê heye?