Li cîhanê 5 hilbijartinên mane tûra duyemîn û encamên wan

Li cîhanê 5 hilbijartinên mane tûra duyemîn û encamên wan
Li cîhanê 5 hilbijartinên mane tûra duyemîn û encamên wan
Beril Caymaz
  • 16 Mayıs 2023 14:32

Tirkîye di dîroka xwe da cara yekem e ku ji bo hilbijartina serokkomarîyê diçe tûra duyemîn.

Di sala 2014an da Tayyip Erdogan di hilbijartina serokkomarîya da bi dengê gel bûbû serokkomarê Tirkîyeyê. Di hilbijartinê da ji sedî 51,79 deng standibû. Cara duyemîn jî, di sala 2018an da jî ji sedî 52,54 deng standibû û bûbû serokkomar.

Li Tirkîyeyê sala 2023yan da di hilbijartina serokkomerîyê da ti berendam bi dengên xwe bendê %50.2 derbas nekirin.

Serokkomarê niha Recep Tayyip Erdogan ji sedî 49,5, namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaogluyê jî ji sedî 44,89 dengan bi dest xistine.

Li tewahîya cîhanê gelek caran hilbijartina serokkomarîyê mane tûra duyemîn.

Ji wan çend heb wiha ne:

2020- Hilbijartinên Polonyayê

Andrzej Duda -Rafał Trzaskowski

Li Polonyayê di tûra yekemîn a hilbijartinên 28ê Hezirana 2020yan da namzetê Partîya Hiqûq û Edeletê serokê niha Andrzej Duda ji sedî 43,5 dengan standibû. Şerdarê Varşovayê Rafal Trzaskowskî jî ji sedî 30ê dengan wergirtibû. Ew hilbijartin jî mabû tûra duyemîn. Di tûra duyemîn da Dudayî ji sedî 51ê dengan girtibû û carekê din bûbû serokkomar.

Tevî ku Trzaskowski di tûra duyem da ferqê ji 2,5 mîlyona daxistibû 400ê jî, wî nikaribû bibe serokkomar.

2022- Hilbijartinên Brezilyayê

Lula da Silva-Jair Bolsonaro

Li Brezîlyayê jî di sala 2022yan da hilbijartinê Serokkomarîyê mabû tûra dûyemîn. Namzetên Serokkomarîyê Lûla da Silvayê ji sedî 48, Jair Bolsonerayê jî ji sedî 43 deng standibûn.

Di tûra duyemîn da Bolsonaroyê ferqa 6 mîlyonî heya 2 mîlyonan kêm kiribû.

Bolsoneroyê di tûra duyemîn da ji sedî 49,1 dengan standibû. Lê ew encam jî wî nekiribû Serokkomar. Lûla da Silvayê jî ji sedî 50,83 deng girtibû û bûbû serokkomar.

2022- Hilbijartinên Fransayê

Emmanuel Macron- Marine Le Pen

Di hilbijartinê Fransayê da Serokkomarê niha Emmanuel Macronê di tûra yekemîn da ji sedî 27,9, Marina le Panê jî ji sedî 23yê dengan girtibûn.

Di tûra duyemîn da Macron ferqa 1,6 milyon dengan bi reqiba xwe ra derxistibû 5,5 milyonî. Wî bi sedî 58,5ê dengan ra cerekê din wekî Serokkomarê Fransayê hatibû hilbijartin.

2019- Hilbijartinên Ukraynayê

Petro Poroşenko- Volodimir Zelenski

Li Fransayê di sala 2019an da di hilbijartinê Serokkomarîyê da ti namzet %50 dengan nestandibû. Ji ber wê yekê di navbera Petro Pokroşenko û Volodimir Zelenskiyê tûra duyem hatibû lidarxistin.

Di tûra yekem da, Zelensky ji sedî 30 û Poroshenkoyê jî ji sedî 16 dengan wergirtibû.

Di tûra duyemîn da Poroşenko ji sedî 24,5 û Zelenskî jî ji sedî 73,2 dengan bi dest xistin. Li gorî vê encamê Zelensky bûbû şeşemîn Serokkaomarê Ukraynayê.

2029-20 Hilbijartinên Xirvatîstanê

Kolinda Grabar-Kitarović – Zoran Milanović

Li Xirvatîstanê di hilbijartina 22ê Kanunê 2019an da Serokwezîrê berê Zoran Milanovicê ji sedî 29,5 û Kolinda Grabar-Kitarovićê jî ji sedî 26,65 dengan standibûn. Milanoviçî ku di tura yekem da li pêş bû di tûra duyemîn da jî ji sedî 52 dengan girtibû û bûbû Serokkomare Xirvatistanê.