AFADê eşkere kiriye ku li Çewlîgê bi pileya 4.2yan erd hejiyaye. Erdhejê bandora xwe li bajarên derdorê jî kiriye û ziyana can û malî çênebûye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet 11.19an li navçeya Kigîya Çewlîgê 8.47 kîlometre dûrî serzemînê pêk hatiye.
Derbarê zerer û ziyananda heta niha tu zanyarî nehatine belavkirin.