Li çendîn bajaran hişyarî û îşaretên trafîkê yên kurdî jê birine

31/07/2024

Li Bakurê Kurdistanê li çendîn bajaran hişyarî û îşaretên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin.

Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.

Îddîa hene ku dibêjin ew kesên ku hişyarî û îşaretên trafîkê yên kurdî jê birine, di bin çavdêrîya polîsan da ew yek kirine.

Yek ji wan bajaran, yên ku nivîsa kurdî jê birine Amed e.

Li gorî vîdeo nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê îddîa kirin ku ew yek di bin çavdêrî û parastina polîsan da hatîye kirin, wexta ku ew îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin kesekî ew yek bi vîdeoyekê qeyd kirîye û di vîdeoyê da tê dîtin ku kesekî bi demance li wê derê ye û erebeyeka Ranger û spî li wê derê bûye.

Di vîdeoyê da tê dîtin, kesê ku ew yek qeyd kirîye bertekê nîşanî wan dide û di pencereya xwe da bangî wan dike û dibêje “hûn çima wan nivîsan jê dibin”, li ser vê yekê li erebeya xwe siwar dibin û diçin.

Kerboran jî yek ji wan cihan e ku nivîsa kurdî jê birine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Kerboranê nivîsên “Pêşî Peya” yên ji aliyê Şaredariyê ve li ser rêyan hatin nivîsandin, ji alîyê polîsan û tîmên Midûrîyeta Rêyên Bejahîyê hatin jêbirin. 

Li Êlih û Mêrdînê jî nivîsên hişyarîyê yên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” hatin jêbirin.

Li Wanê hinek kesan hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birin û şûna wan gotineka nijadperest ya tirkî li ser nivîsîn.

Şaredarîya Wanê berî çend rojan li ser hinek rê û cadeyan hişyarîyên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” nivîsîbûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li gor zanyarî û beşek ji  wêneyên ku li ser medyaya civakî  hatine belavkirin, kes an jî kesên nedîyar şeva borî nivîsa kurdî ya “Pêşî Peya” ya li ser cadeya 2ê Nîsanê ya Wanê jê birine û li şûna wê bi rengê sor nivîsa nijadperestî ya “Tirkîye Tirk e û dê Tirk bimîne” nivîsîne.

Parlamentera DEM Partîyê Zeynep Oduncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên kurdî da û li ser dîwarê walîtîyê nivîsa “Pêşî kurdî pêşî ziman” nivîsand. 

Li Êlihê ew nivîsên kurdî yên ku hatibûn jêbirin, dîsa ji alîyê Şaredarîya Êlihê ve hatin nivîsîn.

Bi Ingilîzî bixwîne

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan