Li İnegöla Bursayê êrişî avahîya DEM Partîyê kirine.
Nûçeya Rûdawê destnîşan dike ku êriş ji alîyê grupekê ve hatîye kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegolê êriş hate kirin. Namzetê DEM Partiyê yê Bursayê Îhsan Seylan bertek nîşan da û got: “Dê tu êriş nekarin pêşî li ber têkoşîna me ya biisrar bigirin.”
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Bursayê Îhsan Seylan piştî êrişê hate avahiya partiyê û daxuyanî da. Seylan, êriş şermezar kir û got ku bi mebesta pêşîlêgirtina xebatên hilbijartinê ye. Seylan, wiha domand: “Çi bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi van êrişan tenê xwe dixapînin. Em li Bursayê û li hemû navçeyên wê hene. Em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê vegotina şaredarvaniya demokratîk bidomînin.”