Malbata Îgeç bi zêdeyî 60 salan e ku jiyana koçeriyê dimeşîne û goşt û şîrê pezê xwe li bazarê difiroşe. Malbatê gotiye ku demsala koçeriyê ya îsal dê di destpêka Gulanê de dest pê bike û heta navîna Îlonê berdewam bike. Koçeran herwiha diyar kiriye ku ji ber germê dê dem û awayê xwedîkirina pezê xwe biguherînin.
Malbata Îgeç kevneşopiya koçeriyê diparêze
Malbata Îgeç, ku her zivistan li gund û havînan jî li zozanan dijî, bi xwedîkirina pez û dewaran debara xwe pêk tîne. Zêdetirî 60 salan e, malbat her havîn derdikevin zozanan û koçeriyê dikin. Ev kevneşopî ji bav û kalan maye û heta niho didome.
Mêrgên zozanan di destpêka Gulanê de ji bo çêrandinê amade dibin, ev demsal ji bo hemî endamên malbatê, ji mezin heta biçûk, mizgîniya demsaleka westiyayî ye.
Rutîna rojane ya zozanê
Gulçîn Îgeç, yek ji endamên malbatê, jiyana xwe ya li zozanê holê vegêrandiye:
“Ji destpêka demsala zozanê ve, her sibeh saet 05.30ê de hemî malbat şiyar dibe û taştê dixwe. Ji ber ku di mehên biharê de şilî ye, em pezê xwe 07.30ê de ji hevşê derdixin. Dema ku pez diçêre, em çêlekên xwe didoşin. Di mehên havînê de ji ber germ bûna hewayê, em berx û mîyan di saetên cida de derdixin. Berx li seet 03.00ê şevê û mî li 05.00ê sibehê.”
Gulçînê destnîşan kiriye ku wan ji ber germê di destpêka Hezîranê de hem mî hem jî berxan dihirrin. Ev kar ji bo başbûna geşedana heywanan pêwîst e. Ji ber ku berx biçûktir in, dikarin ji germê nexweş bikevin. Koçer ji bo parastina berxan ji tîna rojê, bi darên ku ji daristanê tînin sîwanekê çêdikin.
Saet 09.00 de berx û saet 10.00ê de mî tên anîn malê, mî bo doşînê têne girtin. Doşîn rojê du caran tê kirin; cara yekemîn sibehê û cara duyemîn piştî nîvro. Piştî doşînê, mih û berx digihîjin hev. Ber bi êvarê ve, mî û berx ji hev têne veqetandin, mî dîsa bo çêrandinê têne birin.
Gulçîn diyar kiriye ku ew beşek ji şîrê mîyan ji bo bikaranîna zivistanê dikin penêr. Beşa mayî bi alîkariya makîneyê dikin rûn û şîrê bêrûn.
Dawiya koçeriyê û vegerîna gund
Di destpêka Tîrmehê de dema çinîna mêrgan dest pê dike. Hemî malbatên li zozanê, ji mêrgan giya didirûn da ku di meha zivistanê de heywanên xwe xwedî bikin. Berê ev kar bi şaloga û tirpanan dihat kirin, lê niho bi makîneyan tê kirin. Dema dirûtina giyayî diyar dike ku dawiya demsala zozanê nêzîk bûye.
Di navîna Îlonê de, koçer vedigerin gundên xwe. Pezê ku li zozanê dimîne, heta berfê li wê derê dimîne.
Hem xwendekar hem jî koçer
Zarokên Malbata Îgeç hem dixwînin hem jî kevneşopiya koçeriyê diparêzin. Gulçîn Îgeç, ku yek ji endamên malbatê ye, di demsala xwendinê de li bajarê xwe perwerdehiya xwe ya zanîngehê didomîne, lê di demsala zozanê de vedigere Îgdirê da ku alîkariya malbata xwe bike.
“Helbet carînan zehmet dibe, nemaze em di warê torên telefonê de pirr astengekê dikşînin. Herwiha, carna ez rastî zehmetiyên cida jî têm, ji bo mînak, hewa baranî, hişk an jî bayî ji bo me dijwar dibe. Em hem heywanan hem jî zozanê pirr hez dikin, ji ber ku hem di hawirdoreka xwezayî de ne û hem jî dûrî qelebalixiya bajêr in,” dibêje Gulçîn Îgeç.
Çavkanî: Hediye Sanrî, Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.