Li navçeya Bodruma Muglayê 3 karkerên Kurd bi hinceta ku bi kurdî axivîne rastî êrîşa nijadperestî ya komekê hatine.
Komê bi tifing, kêr û hesinan êrîşî karkeran kirine û gef li wan xwarine.
Mehmet Şakir Baltaî û 2 xalên xwe berîya 20 rojan ji navçeya Misirc a Sêrtê ji bo xebatê çûne Bodrumê.
Li înşaata ku lê karê elektîrîkê dikirin rastî êrîşê hatine.
Mehmet Şakir Baltaî yê ku ji Rûdawê re axivî dibêje, “Ji ber ku em li xwaringeha înşaetê bi kurdî diaxivîn, dengê xwe li ser me bilind kirin. Piştre bi hejmareke zêde êrîşî me kirin. Di destên wan de tifing, kêr û hesin hebûn.”
Baltaî diyar kir ku xalekî wî ji eniya xwe û yê din jî ji pozê xwe birîndar bûne.
Karkerên rastî êrîşê hatine bi rapora ji nexweşxaneyê wergirtine dê di derbarê êrîşkaran da gilîyê bikin.
Tê gotin ku di derbarê êrîşê da heta niha ti kesek nehatiye girtin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.