Li Belçîkayê ji bo hilbijartinên sala 2024an, ku dê parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bên hilbijartin, Belçîkayê temenê dengdanê daxist 16 salîyê.
Ji Forûma Ciwanên Ewropayê Laura Masonî diyar kir ku, ji bo ciwan bi siyasetê ra eleqedar bibin ev gaveka giring e.
Bi vê biryarê li Belçîkayê 270 hezar hilbijêrên ciwan ên 16 û 17 salî dê ji bo dengdanê biçin ser sindoqan.
Li hemû welatên endamên Yekîtîya Ewropayê (YE) kesên 18 salî û mezintir mafê wan yê dengdanê heye.
Lê belê, îstîsnayên vê yekê hene. Awustûryayê sala 2007 û Maltayê jî 2018an temenê dengdanê daxist 16 salîyê. Li Yewnanîstanê jî temenê dangdanê 17 ye.
Li Almanyayê serê îsal mafê dengdanê di hilbijartinên Ewropayê da ji 18an daketibû 16an.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.