Li behra Egeyê boteka penaberan binav bûye, 13 kes mirine

25/12/2021

Di encama binavbûna bota penaberan a li Girava Parosê ya li Behra Egeyê de 13 kes mirine. Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yewnanîstanê AMNAyê, Yekîneyên Ewlekarîya Peyavê 63 penaber birin Girava Parosê.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê dewam dikin. Hatiye diyarkirin ku di botê de zêdeyî 80 penaber hebûne.

Di navbera du rojan de 18 penaber mirin
Êvara pêncşemê li nêzî girava Antikytherayê dîsa botek binav bûbû û herî kêm 11 penaber miribûn.

27 jê zarok nêzî 90 penaber jî hatin rizgarkirin. Rayedarekî Rêxistina Ewlekariya Peravê ya Yewnanîstanê diyar kir ku tam nayê zanîn ka çend penaber di keştiya binavbûyî de bûn, lewma xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Roja Çarşemê jî di encama binavbûna keştiya penaberan de li girava Bolukenire ya Yunanistanê herî kêm 3 kes mirin û gelek kes jî winda bûn.

BALKÊŞÎ: Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî; Di navbera Çile û Çiriya Paşîn a 2021ê de, zêdetirî 2,500 kes di dema hewl didan xwe bigihînin Ewropayê mirine yan winda bûne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Malpera csdestek.orgê dest bi weşana kurdî jî kiriye

Weşana paşê

Dewletê dest danîye ser mal û milkê 770 kes û weqfekê

Te hay ji vê heye?

Ev penaberên ku muxalefet dixwaze wan bişîne kî ne?

Yek ji mijarên herî sereke yên

Hikûmeta Îtalyayê li welêt rewşa awarte ragihandiye

Di dawîya hefteya derbasbûyî da li

Erdhêj û penaberî

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Erdhêj li

“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje” 

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Rojekê em