Li Behra Egeyê boteka ku koçber tê de binav bûye

Li Behra Egeyê boteka ku koçber tê de binav bûye
Li Behra Egeyê boteka ku koçber tê de binav bûye
Botan Times
  • 23 Aralık 2021 08:12

Li Behra Egeyê bota ku koçber tê de binav bûye. Di encama binavbûna botê de herî kêm 3 koçberan jiyana xwe ji dest dane 12 koçber jî hatine xilaskirin. Herweha tê gotin ku gelek kes jî winda ne. Bota ku koçber tê de li girava Bolukendirê ya Yewnanîstanê ya li Behra Egeyê binav bûye.

Di daxuyaniya Ewlehiya Peravê ya Yewnanîstanê de hatiye ragihandin ku gelek kes winda ne. Li gor daxuyanîyê ji van 12 kesên hatine xilaskirin tenê lu du kesan êlekên rizgarkirinê hebûye. Ji wan 12 kesan 7 Îraqî, 3 Sûrî û 2 jî misrî ne.

Li gorî agahiyên Ewlekariya Peravê, hatiye destnîşankirin ku motora botê xirabûye û piştre bot binav bûye.

Piştî qezaya ku şeva Sêşemê li girava Bolukendirê qewimî, 4 keştiyên hêzên ewlekariya peravê, 3 helîkopter, balafireka veguheztinê û 11 keştî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Hejmara wendayan ne diyar e

Di derbarê hejmara wendayîyan de agahîyên cuda cuda hatine dayîn. Rayedarê Ewlehiya Peravê ya Yewnanîstanê ji ajansa nûçeyan a Fransî AFPê re axivîye û diyar kiriye ku hinek ji kesên xilas bûne gotine ku di keştiyê de 32 kes hebûne, hinekan jî ev hejmar wekî 50 diyar kiriye.

DW